Xwemaliya zebeşa Diyarbekirê tê parastin
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta xwemaliya zebeşa Diyarbekirê biparêze ji bo çandina zebeşê piştgiriya miştel, zibil û dermanan li cotyaran kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zebeşa Diyarbekirê ku semboleka giring a bajêr e ji zibil û miştelên biyanî biparêze xebatek da destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Parastina Gundewaran, bi mebesta parastina xwemaliya zebeşa Diyarbekirê û bo handana çandina wê li Bismil û Sûrê miştel, zibil û derman li 30 cotyaran belav kir.
Belavkirina van kelûpelan li Navenda Çandê ya Elî Emîrê hate lidarxistin, ji ber vê xizmetguziriyê cotyaran spasiya Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu û Şaredariya Bajarê Mezin kir.
