Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Xwendekarên Mala Zanînê li muzeyan gerîyan

Şaredariya Bajarê Mezin, xwendekarên di Mala Zanînê ya Prof. Dr. Azîz Sancar a Bismilê de perwerde dibin li muzeyan gerandin. Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, di çarçoveya bernameya “Bigere-Bibîne” de ji bo xwendekarên li malên zanînê perwerde dibin çalakî û bernameyên cur bi cur li dar

Şaredariya Bajarê Mezin, xwendekarên di Mala Zanînê ya Prof. Dr. Azîz Sancar a Bismilê de perwerde dibin li muzeyan gerandin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, di çarçoveya bernameya “Bigere-Bibîne” de ji bo xwendekarên li malên zanînê perwerde dibin çalakî û bernameyên cur bi cur li dar dixe.

Zarokên beşdarî ger û guzarê bûne, li şûngehên dîrokî û turîstîk ên Diyarbekirê geriyan û pirs û pirsyarên xwe arasteyî mamosteyan kirin.

Di çarçoveya bernameyê de, xwendekarên di Mala Zanînê ya Prof. Dr. Azîz Sancar a Bismilê de perwerde dibin li muzeyên malên nivîskarên mîna Cahit Sıtkı Tarancı, Ahmet Arif û Ziya Gökalp hatin gerandin.

Di ger û geştê de, mamosteyan der barê muzeyan de agahî dan xwendekaran. Xwendekarê sinifa heştê Abdulkadir Geylanî Uzer got ku kêfa wî gelek bi muzeya Ahmed Arîf hatiye û bi bîr xist ku di muzeyê de pirtûkên nivîskarî, nivîsên Osmanî hebûne û wî ev berhem seh kirine.

Faruk Bayram jî diyar kir ku ji bo nasîna Diyarbekirê ew li muzeyan digerin û wî got ku kêfa wî gelek bi muzeya Cahît Sitki Tarancî hatiye û wî helbesteke şairî naskirî ji xwe re qeyd kiriye. Ayşe Tekînê amaje pê da ku ligel mamoste û hevalên xwe li muzeyên Diyarbekirê geriyane û weha axivî:

“Kêfa min gelek bi muzeyan hat. Me şiîrên şairan xwendin û pir bi dilê me bûn. Ez dibêjim ji bo vê beranmeyê mala Şaredariya Bajarê Mezin ava be.”

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, di çarçoveya bernameya “Bigere-Bibîne” de ji bo xwendekarên li malên zanînê perwerde dibin çalaki û bernameyên cur bi cur li dar dixe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan