Xwendekarên Mala Zanînê li Sûrê geriyan
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta bajêr bi wan bide nasandin, ji bo xwendekarên li Mala Zanînê perwerde dibin geştek nava Sûran li dar xist.
Serokatîya Daîreya Xizmetên Spor cû Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta bajêr bi wan bide nasandin, ji bo xwendekarên li Mala Zanînê perwerde dibin geştek nava Sûran li dar xist û ew li Mizgefta Mezin û Xana Hesenpaşa gerandin. Mebesta vê geryanê danasîna bajêr e û gelek xwendekar tê de amade bûn.
Xwendekaran, bi perwerdekarên xwe re dest bi geştê kir. Geryana wan li Meydana Deriyê Çiyê dets pê kir, li Mizgefta Mezin dewam kir. Di gerê de perwerdekaran behsa Saeta Tavê ya El Cezîrî ya li Mizgefta Mezin ji xwendekaran re kir. Paşê berê xwe dane Xana Hesenpaşa û der barê wê de agahiyên berfireh ji perwerdekaran wergirtin. Xwendekaran kêfxweşiya xwe bi vê geryanê derbirî û bo amadekirina bernameyê malavahîya rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin kirin.
