Zabite destwerdanê li dagirkirina qadan dike
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo bajarekî bi rêkûpêktir destwerdanê li dagirkirina qadên cewariyê dike.
Serokatiya Daîreya Zabiteyan, ligel ekîbên Asayîşê li navçeya Peyasê dijî dagirkirina peyarêkan a firoşkarên seyar xebatek da destpêkirin.
Erebokên firoşkarên seyar ên bi awayekî bêserober û bê destûr li Bulvara Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazi Yaşargil hatine danîn, hatin rakirin.
Ekîban, ji bo kesên bi awayekî bê destûr li ser dîwarê derwazeya Sîteya Pîşesaziyê hatine nivîsîn û bûne sebeba qirêjiya dîtbariyê ceza birî.
Her weha nivîs û tabelayên bi dîwar ve daliqandî jî hatin hilanîn.
Li hin deverên bajêr betona ku di navbera peyarêk û cadeyê ji bo erebê hatibû darêtin jî hate hilanîn.
