Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zarokan “Hefteya Pirtûkxaneyê” pêşwazî kir

Şaredariya Bajarê Mezin, bi bpneya 28ê Adar-2ê Nîsanê Hefteya Pirtûkxaneyê ji bo zarokên di krêşên bin banê wê de perwerde dibin, geşta pirtûkxaneyan li dar xist.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta Hefteya Pirtûkxaneyê zarokên 4-6 salî ku di krêşên şaredariyê de perwerde dibin bernameyên ku hezkirina xwendinê pêş dixe, li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi boneya “Hefteya Pirtûkxaneyê” zarokên krêşê bi serperiştiya perwerdekaran li Pirtûkxaneya Mehmed Uzun gerandin.

Di bernameyê de, ji zarokan re behsa girîngiya xwendinê hate kirin û der barê rêgeznameyên divê li pirtûkxaneyê bêne pêkanîn de hatin agahdarkirin.

Piştî ku xwendekarên biçûk pirtûk xwendin bername bi dawî hat.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan