Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zarokên Diyarbekirî şehîd bi bîr anîn

Zarokên 4-6 salî yên di krêşên di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de pewerde dibin, bi merasîmekê şehîd bi bîr anîn.

Ji bo zarokên 4-6 salî yên di krêşên di bin banê Gerînendetîya Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de perwerde dibin, bi boneya 14-20ê Nîsanê Hefteya Şehîdan bernameyeke bibîranînê hate lidarxistin.

Bernameya bîranînê li Salona Pêşangehê ya Midûrtiya Zarokan a li Sumerparkê hate pêkanîn, ji bo şehîdan deqeyek rêzgirtin pêk hat û Merşa Îstiqlalê hate xwendin.

Perwerdekara kreşê Sînem Eşsiz, der barê “Şehîd û Şehadetê” de axaftinek kir.

Perwerdekaran, li ber tembûrê helbesta Mehmet Akif Ersoy “Ji Şehîdên Çanakkaleyê re” xwend û strana “Memik Oglan” gotin. Bername bi xwendina helbeta “Şehîdê min” ya xwendekara 6 salî Omur Nazli Kutluay bi dawî bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan