Zerzevan ji bo ‘çavdêriya esmanî’ amade ye
Şaredariya Bajarê Mezin, amadekariya ji bo “Bernameya Çavdêriya Esmanî ya Navneteweyî a 2022ê” ku dê li Keleha Zerzevanê di navbera 9-12 mehê de birêve bide temam kir. Bi serperiştiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û bi tevkarî û piştgiriya Wezareta Ciwanan û Sporê, Wezareta Çand û Turîzmê, Parêzge
Şaredariya Bajarê Mezin, amadekariya ji bo “Bernameya Çavdêriya Esmanî ya Navneteweyî a 2022ê” ku dê li Keleha Zerzevanê di navbera 9-12 mehê de birêve bide temam kir.
Bi serperiştiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û bi tevkarî û piştgiriya Wezareta Ciwanan û Sporê, Wezareta Çand û Turîzmê, Parêzgeriya Diyarbekir, Şaredariya Bajarê Mezin, Ajansa Geşedanê ya Qerejdaxê û Ajansa Esmanî ya Tirkiyeyê (TUA) li Diyarbekirê dê Bernameya Çavdêriya Esmanan a Zerzevanê di navbera 9-12 hezîranê de birêve biçe, bona vê rê hatin firehkirin û binesazî hat tekûzkirin.
Ji bo mêvanan cih hate firehkirin
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li keleha Zerzevanê ku ji nav 10 cihên herî xweş e ku dikare çavdêriya esmanî lê were kirin, 6 hezar û 250 metrekup devera çal û kort hate dagirtin û ew der ji bo mêvanan hate firehkirin.
Ji bo mêvanên ku dê ji hundir û derveyî welêt bêne pêş çavdêriya esmanî ekîban, cihê çadir û stantan fireh kir.
Gilêşdank û textebendên rûniştinê hatin danîn
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya xebatên hawirçakiya derdora Keleha Zerzevanê de li deverên kifşkirî bank bo rûniştinê bi cih kirin, li qadê xebata hêşînkirinê meşand û ji bo ev devera tarîxî gemarî nebe jî sepetên gilêşan danînê.
Ekîban, her weha giyayê li derdora kelehê jî çinî û hawirdor ji gilêşan paqij kir û ji bo bernameyê amade kir.
Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê jî, gend û gelaş berhev kirin û paqijî kir.
Heçî Serokatiya Daîreya Tenduristiyê ye, wê jî dijî kêz û mêş, dûpişk û pêşûyan derman reşand.
DÎSKÎyê binesazî tekûz kir
Gerînendetiya Giştî Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), xebatên binesaziya Keleha Zerzevanê temam kirin.
