Hevşaredar Bucak li gundê Xaçekê sehêtî kir
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, serdana taxa Xaçeka navçeya Pîranê kir û pirsgirêkên av û rê yên taxê li cihê xwe lêkolîn kir.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya serdanên xwe yên li taxên gundewarî de, li taxa Xaçekê Pîranê bi welatiyan re civiya. Hevşaredar Bucak, li taxê ku di sala 1993’an de ji ber sedemên ewlehiyê hatibû valakirin û piştî gelek salan ji nû ve niştecihî lê dest pê kiribû, pirsgirêkên bingehîn ên wekî rê û avê li cihê xwe lêkolîn kir û daxwaz û pêşniyarên welatiyan guhdarî kir.
Hevşaredar Bucak ku rastî eleqeyeke mezin a şêniyên taxê hat, di hevdîtinên xwe yên bi welatiyan re de bal kişand ser wê yekê ku dê xebatên çareseriyê bên meşandin. Piştî serdanê, Hevşaredar Bucak serdana Geliyê Zixirpey a ku yek ji bedewbûyên xwezayî yên herêmê ye, kir û di dawiyê de dara kizwanê ya hezar salî ya li taxa Xaçekê lêkolîn kir.
Di dema serdanê de, Hevşaredar Bucak ji aliyê Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulşen Ozer, Hevserokên Şaredariya Pîranê Aysel Baran û Hecî Akengîn, Hevseroka Şaredariya Erganiyê Bîrsen Azak Bayar û endamên meclîsa şaredariyê ve hat pêşwazîkirin.
