Serkonsûla Swêdê ya Stenbolê serdana Hevşaredaran kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serkonsûla Stenbolê ya Swêdê Johanna Strömquist pêşwazî kir.

Serkonsûla Swêdê ya Stenbolê Johanna Strömquist û Alîkara Konsolosê Jenny Nordman Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kirin.

Piştî pêşwaziyê hevşaredar Bucak û Hatun bi Strömquist û Nordman re hevdîtinek pêk anîn.

Di serdanê de li ser xebatên şaredariyê û xebatên hevpar ên ku bên kirin de fikrên xwe li hev parve kirin.

Strömquist hevşaredar pîroz kir û di peywira wan de serkeftin xwest; Hevşaredaran ji bo serdanê spasiya Strömquist kir.

Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz û Endamê Meclîsê Demet Ceylan beşdarî serdanê bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30