Hefteya Agirkujiyê bi çalakiyekê hat pîrozkirin

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî çalakiya ku ji bo Hefteya Agirkujiyê hatibû lidarxistin bû û bal kişand ser girîngiya Agirkujiyê.

Serokatiya Beşa Agirkujiyê, ji ber Hefteya Agirkujiyê ku di navbera 25'ê Îlon û 1'ê Cotmehê de tê pîrozkirin, li Koma Kayapinarê çalakiyek li dar xist. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û serokên beşan û 150 agirkuj beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de agirkujan nîşandariyên wekî ji erebeya bi derenceyî xwe avêtin, hilkişîn û midaxeleya agir pêk anîn.

Hevşaredar Hatun ku çalakî temaşe kir, Hefteya Agirkujiyê li karmendên agirkujiyê pîroz kir. Hevşaredar Hatun ji berpirsên yekîneyan agahî li ser xebatên Serokatiya Beşa Agirkujiyê wergirt û bal kişand ser girîngiya Agirkujiyê. Hatun bîr anî ku Agirkujî ne tenê li dijî agir têdikoşin, her wiha di karesatan, lêgerîn û rizgarkirinê de jî kar dikin. Wî yekîneyên têkildar erkdar kirin da ku Agirkujiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi temamkirina kêmasiyên wesayît û karmendan bê amadekirin.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31