Zarokan baxçeyê organîk ziyaret kir

Ji bo zarokên ku li Zarokistana 450 Evler a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixwînin, gera “Nev Bahçe”yê hat lidarxistin.

Li Zarokistana 450 Evlera ku di bin banê Daîreya Xizmetên Civakî de dixebite ji bo zarokên ku li Zarokistan û Navenda Lênêrîna Rojê dixwînin bernameya gerê hat amadekirin.

Zarok li Nev Bahçeya 30 hezar metrekare ya ku li Taxa Uçkuyu ya navçeya Yenîşehîrê baxçeyên sewze û fêkiyan lê hene geriyan û bi saya gera xwe ji tov heta şitil û ji şitil heya sifrê fêrî serpêhatiya sewze û fêkiyan bûn.

Zarokan bi destên xwe sewze û fêkî berhev kirin û bi tamkirina berhemên organîk demeke xweş derbas kirin.

Hîndekarê biçûkên ku serdana atolyeyên baxçeyê organîk ên Nev Bahçeyê yên ku di çarçoveya Atolyeya Baxçeyan a Midûriyeta Xizmetên Gundan a Şaredariya Yenîşehîrê de xebatên xwe didomînin, agahî dan û der barê çandina şitilên ji tovê sereke bi rêbazên kevneşopî de raveyên pratîkî dan. 

 

Image Gallery