Ji Şaneşîn Performansê 'Ji Kela Dimdimê'

Di 10. Festîvala Şanoyê ya Amedê de, lîstika "Ji Kela Dimdimê" ya Şaneşîn Performansê ya ku ji Mêrdînê hatibû, hate pêşkêşkirin.

Di roja 7an a festîvala ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBAŞT) ve tê organîzekirin de, lîstika "Ji Kela Dimdimê" ya ku ji romana Erebê Şemo û mesnewiya Feqiyê Teyran hatiye adaptekirin, hate pêşkêşkirin. Rêvebera Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş û gelek hezkirên şanoyê temaşeyî lîstika Şaneşîn Performansê kirin.

Di lîstika ku derhêneriya wê Recep Îçen, koreografiya wê Serhat Kural kiriye de, Ardal Açil, Emine Keske Salman, Fatê Saruhan, Mahmut Ozarslan, Newal Hewlîn Oztop, Rozerîn Yildiz, Şêrko Janzêm û Tugba Erkek rol wergirtin.

Derhênerê lîstikê Recep Îçen diyar kir ku wan metneke ku edebiyata klasîk û ya modern li hev kiriye, derxistine ser dikê. Îçen destnîşan kir ku ew ji çîroka du ciwanên ku di Kela Dimdimê ya ku şer lê didome evîndar bûne, derketine û wiha got:

“Rewşeke seferberî û negihîştinê ya berdewam heye. Rewşa evînê ya ku bi ferdî dest pê dike, bi temamî cihê xwe ji berxwedaneke topyekûn re dihêle. Em ji mijara evînê dest pê dikin lê ev dibe sembola berxwedanê. Di orîjînala metnê de îxanet heye lê me ji îxanet û têkçûnê dûr, li ser ji nû ve avakirinê xwe da rê û lîstik emanetî temaşevanan kir. Me hewl da ku em nîşan bidin Kela Dimdimê di şert û mercên îro de tê çi wateyê.”

Piştî pêşandanê ji aliyê Nivîskar Ghotbedîn Sadeghî ve plaket ji lîstikvanan re hat dayîn û bi moderatoriya Rêvebera Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş panêlek hat lidarxistin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31