Hevşaredar beşdarî vekirina Rojên Pirtûkan ên Erxeniyê bûn

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî vekirina 1. Rojên Pirtûkan bûn ku ji aliyê Şaredariya Erxeniyê ve hat organîzekirin.

Şaredariya Erxeniyê, di navbera 2-5ê Gulanê de li navçeyê cara yekemîn bûyerên 1. Rojên Pirtûkan organîze kir. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokên Şaredariya Erxeniyê Şiyar Guldiken û Birsen Azak Bayar, Hevseroka Şaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Bajêr Abbas Şahin, weşanger û nivîskar beşdarî vekirina Rojên Pirtûkan bûn.

Hevşaredar Serra Bucak di vekirinê de axivî û hemû kesên ku ked dane vê çalakiyê û beşdar silav kir û got, "Em spasiya hevserokên me yên hêja yên Şaredariya Erxeniyê û endamên me yên hêja yên meclîsê dikin ku ev roja hêja organîze kirine. Ji ber ku wan em jî kirin parçeyek ji vê, em li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serbilind in."

‘Çalakiyên çand û hunerê bi pêş ketin’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku bi salan e civak ji çalakiyên çand, huner û edebiyatê bêpar hatiye hiştin û got, "Ji dema ku em hatine hilbijartin ve pêşketinek çêbûye. Lê ez dizanim ku bi vê biharê re şaredariyên me yên navçeyan jî dê cih bidin çalakiyên çand û hunerê yên bi vî rengî û dê nîşan bidin ku ev yek di navendên me yên navçeyan de jî gengaz e."

Hevşaredar Bucak di berdewama axaftina xwe de şair û nivîskarê Dersimî Fadil Ozturk ê ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê ya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û wiha got: "Ew demek dirêj bû dihat dermankirin û duh jiyana xwe ji dest da. Ez sersaxiyê ji wî û hemû hezkiriyên wî re dixwazim. Xwedê rehma xwe lê bike."

‘Em çalakiyan wekî parçeyeke çareseriyê dibînin’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku gelên Tirkiyeyê di rojên ku çareseriyeke demokratîk û aştiyane tê axaftin re derbas dibin û got ku pêvajoyeke dîrokî tê jiyîn. Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ew wekî rêveberên herêmî di vê pêvajoya civakî de çalakiyên civakî û her wiha çalakiyên çand, huner û ziman ên ku dê bên lidarxistin wekî parçeyek çareseriya demokratîk û lihevkirina civakî dibînin.

Hevşaredar Bucak got ku Rojên Pirtûkan ên ku li Erxeniyê hatin vekirin û dê 4 rojan bidomin jî bi vê wateyê hêja ne û got, "Bila ji bo hemû Erxeniyan, hemû hevalên ciwan, hemû pirtûkhez û edebiyathezan re ser xêr be. Bila dilxweşî û kêfxweşiyê bîne. Ez hêvî dikim ku ji bo heval jin û bi taybetî jî ji bo zarokan fuarek bi kêf be."

Piştî axaftinan, bi birîna qurdeleyê vekirina Rojên Pirtûkan hat kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31