Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Seroka Şaxa Odeya Mîmarên Hundirîn a Amedê Hêlîn Aytîn û endamên rêveberiyê pêşwazî kirin.
Seroka Şaxa Odeya Mîmarên Hundirîn a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) ya Amedê Hêlîn Aytîn û endamên rêveberiyê, serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatunî kir.
Piştî pêşwaziyê, Hevşaredaran bi Aytînê û heyeta pê re hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtinê de, li ser mafên pîşeyî yên mîmarên hundirîn, kar, mecbûriyeta projeya mîmariya hundirîn di şaredariyan de û hevkariyên ku dikarin bên kirin, bîr û boçûn hatin parvekirin.
Di serdanê de Hevserokên Meclîsê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin jî Hevşaredar bi tenê nehiştin.
Â