Şaredariyê piştgirî da malbata ku mafê wan ê sitirînê hatiye binpêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, malbata ku ji mala xwe hatibû derxistin û di konê ku li kolanê vekirî de dijiyan, li mêvanxaneyekê bi cih kir û imkana stargeheke ewle pêşkêş kir.

Li Amedê, malbateke ji 3 kesan ku 2 jê zarok in, ji aliyê xwediyên malê ve ji malê hatibûn derxistin û li taxa Fatihê ya navçeya Baxlarê di konekî de bi imkanên xwe hewl didan ku bijîn. Bi mudaxeleya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ev malbat gihîşt cihekî ewle yê mayînê.

Li ser agahdarkirina hemwelatiyan, ekîbên Serokatiya Daîreya Zabita dest bi çalakiyê kirin. Ekîban bi malbata ku neçar mabû li kolanê bijî re hevdîtin kir û hewcehiyên wan diyar kirin. Malbat pêşî bi demkî li Amiriya Zabita hat bicihkirin û paşê li Mêvanxaneya Nexweş û Malbatên Nexweşan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat bicihkirin.

Tiştên kesane yên malbatê jî ji aliyê ekîbên Zabita yên Şaredariya Baxlarê ve bi nivîsek bingehîn hat parastin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31