Balyozxaneya Kanadayê serdana Hevşaredarên Amedê kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak û Dogan Hatun, Dîplomatê Beşa Siyasî ya Balyozxaneya Kanadayê li Enqereyê Benjamin Abonyi pêşwazî kirin.

Benjamin Abonyi, dîplomatê ku ji bo hinek têkiliyan hatibû Diyarbekirê, çû serdana Hevşaredarên Şaredariya Mezin Serra Bucak û Dogan Hatunî.

Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredarên Amedê bi Abonyi re hevdîtinek pêk anîn.

Di hevdîtinê de, li ser rêveberiyên herêmî û hevkariyên navneteweyî guftûgo hat kirin û fikr hatin parve kirin.

Di serdanê de, Hevberdevkê Meclîsa Şaredariya Mezin a Amedê Ayhan Karatekin jî tevlî Hevşaredaran bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31