10 bîrên ji Çemê Hemîdîyê dê çalak bibin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ, ji bo zêdekirina kaniyên avê yên paqij ên bajar, dê dest bi karên çêkirina 10 bîrên li kêleka Çemê Hemîdîyê bikin.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo ewlekirina pêşkêşkirina ava vexwarinê li seranserê bajar û ji bo pêşîgirtina kêmasiya avê di havînê de, projeyeke girîng dide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de, proseya îhaleyê ya ji bo çalakkirina 10 bîrên ku di navbera salên 1994 û 1996'an de li kêleka Çemê Hemîdîyê yê navçeya Sûrê hatine kolandin, qediya.

Pirsgirêka gihîştina avê dê nebe

Armanc ev e ku bi çalakkirina bîrên ku di salên borî de nehatine bikaranîn an jî di bin kapasîteya xwe de mane, kaniyeke alternatîf û xurt a ava vexwarinê ji bajar re bê dayîn. Bi vî awayî, hem zexta li ser kaniyên avê yên heyî dê kêm bibe, hem jî gihîştina avê li tax û gundên gundewar ên ku 13 hezar kes lê dijîn û ji tora bajar av distînin, dê bêhtir berdewam be.

Pêşî dê paqijkirin bê kirin

Di çarçoveya projeyê de ya ku ji aliyê Serokatiya Şaxa Veberhênan û Avahiyan a DÎSKÎ'yê ve tê meşandin, teqn û bermayiyên organîk ên ku di demê de di nav bîran de kom bûne, dê bên paqijkirin. Piştî paqijkirinê, her bîr bi pergala pompayê dê bê testkirin û nirxên debî û berhemê dê bi awayekî teknîkî bên pîvandin. Ji bo bîrên ku ne guncan in, dê xebatên çêkirinê yên zêdetir bên kirin. Her wisa li ser her bîrê, avahiyên serê bîrê yên betonarme dê bên avakirin da ku hem xurtiya avahiyê bê misogerkirin û hem jî şertên parastina jîngehê bên başkirin.

Dê bigihîje depoya avê ya Tileloyê

Piştî ku proseya rehabîlîtasyonê biqede, ava vexwarinê ya ji van bîran tê girtin, dê bê veguhestin depoya avê ya Tileloyê. Bi vî awayî, herêmên Yîgîtçavuş û Tileloyê û taxên gundewar ên li dora wan, dê xizmeta avê ya birêkûpêk, tendurist û bênavbir bistînin li hember hewcedariya avê ya ji ber zêdebûna nifûsa havînê û germê.

Di çarçoveya projeyê de, şirketa ku kar girtiye, dê di nav 10 rojan de piştî îmzekirina peymanê, dest bi xebatên li qadê bike. Hemû xebatên hilberîn û tetbîqê ji bo ku di nav mehekê de biqedin hatine plankirin.

'Em dixwazin piştgiriyê bidin'

Midûrê Şaxa Lêkolîn, Plan û Projeyê yê Serokatiya Şaxa Veberhênan û Avahiyan a DÎSKÎ'yê Recep Karabulut, agahî li ser projeyê da û got ku bîrên li herêma Hemîdîyê demeke dirêj e ku nayên bikaranîn. "Bi proseya rehabîlîtasyonê, em dixwazin van bîran dîsa bixin kar û piştgiriyeke xurt bidin daxwaza avê ya ku di havînê de zêde dibe. Piştî ku em testa berhemdariya bîran biqedînin, girêdanên wan ên bi depoya avê ya Qereçaliyê re dê bên çêkirin. Bi vî awayî, Taxa Qereçaliyê û taxên din ên li dora wê, bi taybetî li hember kêmasiya avê ya ku dibe ku di havînê de çêbibe, dê bigihin pêşkêşkirina avê ya ewletir û bênavbir." 

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31