Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, digel 17 şaredariyên navçeyan li ser mijarên bandorên guherîna avhewa û çalakiya enerjiyê "Civîna Koordînasyona Enerjiyê" li dar xist.
Serokatiya Daîreya Parastina Jîngehê û Kontrolkirinê, bi 17 şaredariyên navçeyan re civîna yekem a Koordînasyona Enerjiyê li ser bingeha Qanûna Enerjiyê û erkdariyên ku tên dayîn, çalakiya enerjiyê di avahiyên şaredariyê de û tiştên ku divê bên kirin ji bo kêmkirina bandorên guherîna avhewa, pêk anî.
Der barê Qanûna Enerjiyê de agahdarî hat dayîn
Di civîna ku ji aliyê Gerînendeyiya Şaxa Enerjiyê û Rêveberiya Enerjiyê ve li Navenda Çand û Kongreyan ya ÇandAmedê hat lidarxistin, Gerînendeya Şaxê Fatoş Nûjen Ayhan, ji bo hemû berpirsên beşa guherîna avhewa û enerjiyê yên şaredariyên navçeyan ku beşdarî civînê bûn, nûnerên Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilata Anatolyayê (GABB) û berpirsên enerjiyê yên Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), der barê erkdariyên ku di çarçoveya Qanûna Enerjiyê de hatine dayîn de agahdarî da.
Ayhan, di civînê de pêşkêşiyek li ser tiştên ku divê di avahiyên şaredariyê de ji bo çalakiya enerjiyê û kêmkirina bandorên guherîna avhewa bên kirin pêşkêş kir û der barê tiştên ku wê bên kirin ji bo pêdiviyên enerjiyê yên şaredariyan bi kaniyên nûkirî re bên dabînkirin û piştgiriyên diravî yên ku dikarin jê sûd wergirin de agahdarî da.
Piştî guherîna ramanên bi karmendên şaredariyên navçeyan re, civîn bi dawî bû.
Â