650 şofêrên otobûsan perwerdehiya ajotina ewle wergirt

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 650 şofêrên otobûsan ên ku xizmeta veguhastina giştî didin, li ser mijarên teknîkên ajotina ewle û berevanî, kontrola lezê û bandorên wê, şiyanên ajotina kesane û berpirsiyariya pîşeyî perwerde da.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê, berdewam dike li ser bernameyên perwerdehiyê ji bo şofêrên otobûsên şaredariyê, otobûsên gel ên taybet, mînîbûs, servîs û taksiyên ku di warê veguhastina giştî de dixebitin. Di çarçoveya protokola ku di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) de hat amadekirin, perwerdehiya teknîkên ajotina ewle, berevanî û pêşketî ji bo şofêrên veguhastina giştî yên ku li bajêr dixebitin hat dayîn.

Teknîkên ajotina ewle

Di çarçoveya bernameyê de ji aliyê Çetîn Buyukçinar, Mamosteyê Zankoya Medîpolê û Pisporê Teknîkên Ajotina Pêşketî ve perwerde ji şofêrên veguhastina giştî re hat dayîn. Di perwerdehiya ku li Salona Civîna DTSO'yê hat li darxistin de, mijarên wek "Teknîkên ajotina ewle û berevanî, kontrola lezê û bandorên wê, şiyanên ajotina kesane, berpirsiyariya ajotina pîşeyî, formulên pêşîgirtina qezayan, kontrola hêrsê, perwerdehiya têkoşîna li dijî westanê û xewnehatinê, senaryoyên qezayan, berpirsiyariyên hiqûqî, guherîna qaîdeyên trafîkê û zagona trafîkê" bi slaytên alîkar ve hat şîrovekirin.

650 şofêr perwerde bûn

Di çarçoveya bernameyê de ji 650 şofêrên otobûsên şaredariyê re perwerde hat dayîn, di qonaxa pêş de jî dê ji şofêrên otobûsên gel ên taybet, mînîbûs, servîs û taksiyan re perwerde bê dayîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31