Karmendên DBBê ji bo karesatan amadekarî dikin

Karmendên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo karesatan amadehîyek bi Perwerdehiya Akredîtasyona Lêgerîn û Rizgarkirinê pêk tînin.

Serokatiya Karûbarên Karesatan a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku bikaribin di karesatan de beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bibin, dest bi xebatê kir. Di vê çarçoveyê de bi protokola ku di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û AFADê de hat îmzekirin, Perwerdehiya Akredîtasyona Lêgerîn û Rizgarkirinê hat destpêkirin.

Di perwerdehiyên teorîk û pratîkî de ku li avahiya Rêvebiriya Parêzgehî ya AFADê tên kirin, kareset, hişyariya bingehîn a karesetan, tevgera di rewşên acîl de û bikaranîna amûrên teknîkî di operasyonên rizgarkirinê de bi awayekî pratîkî tên vegotin.

Perwerdehiya akredîtasyona lêgerîn û rizgarkirinê dê 3 hefteyan, û perwerdehiya hişyariya karesetan jî dê 3 rojan bidome. Piştî perwerdehiyan, dê sertîfîka ji karmendên ku ezmûnên xwe bi serkeftî temam kirine re bê dayîn. Tîma lêgerîn û rizgarkirinê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku perwerdehiyên zehmet temam kirine, dê bi koordînasyona AFADê di bûyerên karesatan de wezîfe bigire.

'Şansê me yê midaxeleya lezgîn dê zêdetir bibe'

Azat Yilmaz, Serokê Karûbarên Karesetan, got ku bi tîmeke ku ji 35 karmendên ji beşên cuda yên şaredariyê pêk tê, perwerdehiya Akredîtasyona Lêgerîn û Rizgarkirinê digirin.

Yilmaz, ku giringiya perwerdehiyan anî zimên, wiha got: "Ji bo ku em bikaribin di dema karesetek, erdhejekê de li avahiyên hilweşiyayî lêgerîn û rizgarkirinê bikin, divê em vê akredîtasyonê bistînin. Bi saya vê perwerdehiyê ku em bi tîma xwe ya 35 kesî digirin, di dema karesatekê de, dê şansê me yê midaxeleya bi bandortir û lezgîntir çêbe."

Perwerdehiya hiÅŸyariya karesetan

Yilmaz, ku diyar kir ku tîmên Şaredariya Mezin herwiha perwerdehiya hişyariya karesetan jî digirin, wiha got: "Armanca vê perwerdehiyê ew e ku di civakê de hişyariya karesetan çêbike. Ji bo vê yekê me tîmeke 20 kesî ava kir. Bi perwerdehiya ku em digirin, armanca me ew e ku em ji 7 salî heta 70 salî, li dibistanan, sazgehan, rêxistinên civaka sivîl û taxan dest bi dayîna perwerdehiya hişyariya karesetan bikin. Armanca me ew e ku di civakê de hişyariyê çêbikin."

'Em cesaretê û zanînê didin'

Perwerdekarê AFADê Mehmet Yasin jî destnîşan kir ku karmend di pêvajoyeke perwerdehiya zehmet re derbas dibin û wiha got: "Em ji karmendan re hîn dikin ku berê divê ew hişyar bin, di erdhejê de çawa tevbigerin, dema ku rastî kesekî birîndar werin çawa bargiraniyê rakin, daxînin, bikişînin, bişkînin, çawa stûnkirinê bikin, em vê cesaretê û zanînê didin wan."

'Me zanî ku em ê di kavilan de çi bikaribin bikin'

Karmenda DBBê Leyla Çiftçî jî got ku bi saya perwerdehiya ku wan standiye, ew derbarê karesetan de hêj bêtir hişyar bûne û wiha axivî: "Em li vir baştir hîn dibin ku di erdhejeke muhtemel an jî bûyereke awarte de divê em çawa midaxele bikin, çawa heyecana xwe koordîne bikin. Me hîn bû ku em ê di kavilan de çi bikaribin bikin. Ev gelek tecrûbe li me zêde kir."

Piştî ku tîma yekem a Şaredariya Bajarê Mezin perwerdehiya xwe temam bike, tîma duyem jî dê perwerdehiyê bibîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31