Têkoşîna zivistanê qediya, xebatên ULV dest pê kir, gazinc bi rêjeya ji sedî 80 kêm bûn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku têkoşîna xwe ya li dijî kêz û mêşan a zivistanê li seranserê bajêr qedand, ji bo demsala havînê dest bi xebatên berfireh ên ULV kir. Serokê Daireya Karûbarên Tenduristiyê Vahap Saçakli, ku diyar kir ku gazincên ji gel hatî bi rêjeya ji sedî 80 kêm bûne, ragihand ku îsal welatî dê tu pirsgirêkan nejîn.

Ekîbên Yekeya Dermankirin a Rêveberiya Karûbarên Veterînerî ya Serokatiya Daireya Karûbarên Tenduristiyê, bi rêbazên têkoşîna zanistî xebatên dermankirinê dimeşînin da ku popûlasyona kêzan wek pêşî, mêş, pîrhevok, kunepîşk û hwd. di asta ku tenduristiya mirovan neêxin xetereyê de bê girtin û nexweşiyên wek malarya, tîfo, kolera, dîzanterî, tazerayî, kul û sorikan ku ji van belav dibin bên astengkirin.

290 karmend û 66 wesaît

Çalakiyên dermankirin; bi 290 karmend, 66 wesaît, 61 heb holder, 1 heb holdera ku bi mîla traktorê ve girêdayî, 15 atomîzor, 61 amûrên ULV, 200 pompa pişt, 3 heb mistblower li ser wesaîtan, 10 amûrên dûmana germî li 17 navçeyan têne meşandin.

Armanc pûçelkirina vektoran e

Ekîbên yekeya dermankirinê ku li seranserê bajêr dest bi xebata berfireh kirin, di navbera saetên 06.00-12.00'an de xebatên larvasîtê, di navbera saetên 16.00-24.00'an de jî xebatên dermankirinê li dijî pêşî û mêşan dikin. Di çarçoveya xebatê de dê lêgerîna giştî ji bo têkoşîna li dijî mêş, pêşî, larva û mekrûhan bê kirin. Bi vê xebatê tê armanckirin ku li seranserê bajêr bi serkeftineke ji sedî sed vektorên zererdar bên ji holê rakirin.

Cara yekem xebata dermankirina bê navber hat kirin

Ekîban, ku îsal cara ewil li seranserê Diyarbekirê xebateke dermankirina bênavber pêk anîn, di demsala zivistanê de têkoşîna zivistanê bê rawestan meşandin. Ekîban di heman demê de bi rêbazên têkoşîna mekanîk xebat kirin da ku çavkaniyên zayendê yên ku bi destê mirovan çêbûne ji holê rakin, di vê çarçoveyê de log, kanalên girtî, sergo û cihên zayendê yên vektoran derman kirin.

'Me têkoşîna xwe ya zivistanê bê navber meşand'

Serokê Daireya Tenduristiyê Vahap Saçakli, ku derbarê xebatên hatî kirin de agahî da, ragihand ku têkoşîna zivistanê ya berê li navenda bajêr nedihat kirin îsal bi awayekî bê navber meşandine û got ku yekeyên dermankirinê demsala têkoşîna li dijî vektoran vekiriye.

Saçakli, ku diyar kir ku demsala têkoşîna zivistanê îro qediyaye, wiha domand: "Xebatên me yên bihar û havînê, yanî bi gotina gel, êdî wesaîtên me yên ULVê dê derkevin qadê. Di têkoşîna zivistanê de hevalên me bi pompayên pişt û amûrên holderê bê navber li hemû qadên girtî, li qadên ku av lê dicive, dermankirina bê navber kirin."

'Bila gelê me rehet be'

Saçakli, ku destnîşan kir ku bi têkoşîna zivistanê ya hatî kirin îsal pirsgirêkên ku salên berê dihatin jiyîn dê neyên jiyîn, wiha got: "Em ji girîngiya têkoşîna zivistanê haydar bûn. Israra me jî di vê mijarê de bû. Me bi derbasbûna demekê serkeftî têkoşîna xwe ya zivistanê qedand. Bila gelê me rehet be. Em bi xwe û bi ekîba xwe bawer in, îsal gelê me qet weke demên berê dê demeke pirsgirêk nejî."

'Em gazincên gel girîng dibînin'

Saçakli, ku diyar kir ku ew gazincên gel girîng dibînin û xebatên xwe di vî warî de didomînin, got ku bi xebatên li cih hatî kirin, gazincên ji welatîyan hatî bi rêjeya ji sedî 80 kêm bûne.

Hişyarî ji welatîyan re

Saçakli, ku ragihand ku dê xebat di demsala havînê de bê navber bidomin, wiha hişyarî da welatîyan:

"Nehêlin ku di firaxên nayên bikaranîn de av kom bibe, devê depoyên avê baş bigirin. Avên ku di bodirûmên avahiyan de kom bûne vala bikin, kanalên valakiina avê vekirî bihêlin. Bîrên kevn ên fosseptîkê bi awayekî ku valahî tê de nemîne dagirin û baş bikin. Firaxên avê yên ji bo heywanên kûçeyan hatine danîn pir caran biguherînin. Em ji bîr nekin ku pêşî herî zêde di gola avê ya li derdora me de zêde dibin. Paqijkirina starehên heywanan û derdora wan, heke mimkun be, veguhestina van qadan ji deverên rûniştinê dûr; û astengkirina komkirina ava diherike bi girtina bermahiyên ku nayên veguhestin bi axa, naylonê û hwd. xwedî girîngiyeke mezin e."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30