Hevşaredar Bucak, serdana Navendên Jiyana Jinan kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, berî "Hevdîtina Kar û Çand û Hunerê ya Amedê" ku dê di navbera 23-25'ê Gulanê de li Meydana Deriyê Çiyê bê lidarxistin, serdana qadên berhemdariyê yên li Navendên Jiyana Jinan kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, serdana Navendên Jiyana Jinan ên girêdayî bi Serokatiya Daireya Xizmetên Jin û Malbatê kir. Hevşaredar Bucak, ku di serdanan de bi jinan re civiya, derbarê xebatên navendê de agahî wergirt û daxwazên jinan guhdarî kir.

Serdana yekem li Navenda Jiyana Jinan ya Ben û Senê pêk hat

Rawestgeha yekem a serdanên ku berî "Hevdîtina Karê Jinan, Çand û Hunerê ya Amedê" ya ku dê di navbera 23-25'ê Gulanê de li Meydana Deriyê Çiyê bê lidarxistin, hatin kirin, bû Navenda Jiyana Jinan ya li Taxa Ben û Senê a navçeya Yenîşehîrê. Hevşaredar Bucak, li Navenda Jiyana Jinan, derbarê berhemên ku jinên amadekariya hevdîtinê dikin bi destkariya xwe dirûn û amadekariyên ku dikin de ji jinan agahî wergirt.

Jinan daxwaz kirin ku xebat ne tenê bi hevdîtinê ve bisînordar bimînin û "kargeha firotinê" ku tê de berhemên ku ew çêdikin bên firotin, were avakirin. Jinan balê kişand ser wê yekê ku divê qadên ku tê de berhemên bi bihayên guncaw ji gel re tên pêşkêşkirin, wek Xwaringehên Gel, zêdetir bibin.

Hevşaredar Bucak, diyar kir ku divê mirov ji cihekî hêzdartir û pêşbîntir binêre û got ku ew ji bo pêaxaftin û guhdarîkirina ramanên jinan vekirî ne.

Hevşaredar Bucak, Roja Dayîkan a jinan pîroz kir

Piştre, serdana Navenda Jiyana Jinan ya Lalabeyê ya li navçeya Sûrê hat kirin. Hevşaredar Bucak, ku li qada Koma Lîstikê ya ku ji bo zarokan di nav navendê de hatiye amadekirin bi zarokan re civiya, li ser xebatan agahî wergirt. Hevşaredar Bucak, ku piştî taştêya bi jinan re hatî kirin Roja Dayîkan a jinan pîroz kir, diyariyên hatî amadekirin pêşkêş kirin.

'Di van cihan de jin hevpar dibin'

Hevşaredar Bucak, ku li Navenda Jiyana Jinan ya Ahmet Arif a navçeya Yenîşehîrê jî li qadên berhemdariyê geriya, amadekarî li cih kontrol kirin û ji jinan re di xebatên wan de serkeftinên xweş xwestin. Hevşaredar Bucak, ku destnîşan kir ku di cihên wisa de jin hev bêtir fêm dikin û hevpar dibin, got ku divê bêtir çalakî bên kirin.

Di serdanan de, Alîkara Sekretera Giştî Zerin Turk, Seroka Daireya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer û endamên meclisê şirîkatiya Hevşaredar Bucak kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31