'Rêbera Geştê ya Amedê' li qada dîjîtal e

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên şaredariya dîjîtal de, sepana Rêbera Geştê ya web-ê ya li ser bingeha nexşeyê ya 24/7 gihîştbar pêk anî. Bi vê sepanê ku bi amûrên mobîl ên wek telefonên destan re jî hevaheng e, bikarhêner dê bikaribin bi hêsanî xwe bigihînin cihên dîrokî û çandî yên bajêr.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya dîtina şaredariya dîjîtal de projeyeke girîng ku dê potansiyela turîzmê ya bajar zêde bike pêk anî. Şaredariyê, sepana Rêbera Geştê ya web-ê ya li ser bingeha nexşeyê ya 7 rojan 24 saetan gihîştbar, pêşkêşî hemwelatiyên xwe kir.

Bi saya vê sepanê ku bi hevkariya Serokatiya Beşa Xebatên Danebariyê û Serokatiya Beşa Çand û Karên Civakî hatiye pêşvexistin, bikarhêner dikarin bi rêya vê rêberê ku ji amûrên mobîl ên wekî telefonên destan gihîştî be, bi hêsanî xwe bigihînin cihên dîrokî û çandî yên bajêr.

Bingeha kodên çavkaniya vekirî hat bikaranîn

Rêbera Geştê ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Pergala Danebarîya Erdnîgarî ve hatiye pêşvexistin, bi bikaranîna nermalavên/kodnivîsên bi kodên çavkaniya vekirî hatiye afirandin. Sepan, bi rêya pêşkêşkirina xalên geştiyarî li ser nexşeyê bi naverok û wêneyên wan, naveroka dewlemend pêşkêşî bikarhêneran dike. Di heman demê de bikarhêner dikarin rêya çûna van xalan jî bistînin.

Rêyên tûrîzmê û piştgiriya lokasyona zindî

Di sepanê de ku bi gerokên mobîl re bi tevahî hevaheng e, ji pêşeka "Rêyên Tûrîzmê" geştên curbecur dikarin bên lêkolînkirin. Bi saya piştgiriya daneyên lokasyona zindî, bikarhêner dikarin rêyên xwe ji ser sepanê bişopînin. Her wiha gihîştin li ser xwarin, veguhestin û cihên mayînê jî peyda dibe.

Hemwelatî dikarin xwe bigihînin sepana Rêbera Geştê ji navnîşana gezirehberi.diyarbakir.bel.tr. 

 

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31