Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi sedema Hefteya Astengdaran çalakiya çandina şitlan li dar xist.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdaran û Pîr û Kalan, bi sedema Hefteya Astengdaran ku di navbera 10-16'ê Gulanê de tê pîrozkirin, çalakiya çandina şitlan pêk anî.
Çalakî, ku Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan jê re şitil, cih û piştgiriya teknîkî pêşkêş kir, li Qada Daristana Bajêr 2 ya li ser Bulvara Firatê ya navçeya Kayapinarê hat lidarxistin.
Midûriyeta Şaxa Baxçeya Şitlan û Darçandinê, beriya çalakiyê li cihên destnîşankirî çal vekirin û cih ji bo çandina şitlan guncan kir.
Astengdarên ku beşdarî çalakiyê bûn, 135 şitlên serwiyan ên şîn têkirin axê û bûn nefesa pêşerojê.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan jî hem di çandina şitlan de alîkariya astengdaran kir hem jî der barê lênêrîn û pêşveçûna şitlan de agahî dan.
Di çalakiyê de ku bi dirûşma "Ji bo astengdaran jiyaneke nû mimkûn e" hat lidarxistin, Hevserokê Şaredariya Kayapinarê Cengîz Dundar, 350 hemwelatiyên astengdar û malbatên wan, û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ku li Amedê ji bo astengdaran xebatan dimeşînin amade bûn.
Â