Hevşaredar Hatun, beşdarî merasîma danîna bingeha Firna Bêgluten bû

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî merasîma danîna bingeha Firna Bêgluten a ku aîdî Şaredariya Kayapinarê ye bû û destnîşan kir ku ev cure proje beşek ji têgihiştina şaredariya civakî ne.

Şaredariya Kayapinarê, di 9'ê Gulanê de, Roja Cîhanî ya Çolyakê, projeyeke girîng ji bo hemwelatiyên ku hesasiyeta glutenê hene pêk anî. Merasîma danîna bingeha Firna Bêgluten ku dê li Taxa Firatê were avakirin, bi beşdariya berfireh hat lidarxistin. Di merasîmê de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevserokên Şaredariya Kayapinarê Berivan Gulşen Sincar û Cengiz Dundar, Hevserokê Şaredariya Sûrê Adnan Orhan, Hevserokê Şaredariya Yenişehirê Mehmet Ergun, Hevseroka Şaredariya Hênê Besile Narin, Hevserokên Bajarê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM) Abbas Şahin û Gulşen Ozer, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û hemwelatî beşdar bûn.

'Firin ji bo dabînkirina pêdiviyên girîng e'

Hevserokên Şaredariya Kayapinarê ku di merasîmê de axivîn, bal kişandin ser wê yekê ku gelek kesên ku nerazîbûna glutenê dijîn li bajêr hene û destnîşan kirin ku ev firna hanê hem ji aliyê xwarinên tendurist û hem jî ji aliyê dabînkirina pêdiviyên civakî ve gaveke girîng e.

Hevşaredar Hatun: Divê çareseriyê di nava xwe de, li ser axa xwe karibin çareser bikin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun jî piştgiriya xwe ya ji bo projeyê anî ziman. Hevşaredar Hatun diyar kir ku ev cure proje beşek in ji têgihiştina şaredariya civakî ya ku ji bo hemû beşên civakê ne. Hevşaredar Hatun got: "Êdî divê ne em ne jî şaredarî girêdayî kesên derve bin. Divê çareseriyê di nava xwe de, li ser axa xwe karibin çareser bikin", û destnîşan kir ku ew dikarin vê sozê bidin û Şaredariya Kayapinarê dest pê kiriye. Hevşaredar Hatun wiha got: "Em jî wek Şaredariya Mezin hem ajotina zeviyên wan, hem jî berhevkirina genimê wan, heta hêrana wan li aşê û bigihînin gel. Em ê xebateke wisa bimeşînin, gelê xwe di vê meseleyê de neçar nehêlin."

Bingeha firnê hat danîn

Piştî axaftinan merasîma danîna bingehê pêk hat. Hevşaredarên qurdelek birîn û hêvî kirin ku firn ji bo gelê bajêr xêr be.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31