Tîma Futbolê ya Jinan a DBBê di yekem maça Play-Off de serkeftin bi dest xist

Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di yekem maça pêşbaziyên Play-Off de bi serkeftin, gavek girîng avêt ber bi Lîga 2an a Jinan a TFF.

Tîma Futbolê ya Jinan a DBBê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de hatiye avakirin û di Lîga 3an a Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de xwedî serkeftinên girîng e, bi serkeftinê dest bi pêşbaziyên Play-Off kir.

Di pêşbaziya ku bi rêbaza rakirina yekem maçê li Gaziantepê hat lîstin de, tîmê li hember nûnera Hatayê 1939 Guney Yildizi Spor bi encama 3-1 serkeftin bi dest xist.

Tîma Futbolê ya Jinan a DBBê, ku bi performansa xwe bala herkesî kişand, bi vê encamê derbasî qonaxa jorîn bû û gaveke girîng ber bi armanca xwe ya Lîga 2an a Jinan a TFF avêt.

Reqîba tîmê di qonaxa pêş de û cihê ku dê pêşbazî lê bê lîstin, piştî pêkanîna pişkê dê bê diyarkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30