Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, bi zimanzan û nivîskarên ku beşdarî konferansa PENa Kurd bûne re hevdîtin pêk anî.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, di Qesra Îskender Paşa ya dîrokî li navçeya Sûrê de bi zimannas û nivîskarên ku ji gelek welat û bajaran beşdarî konferansa li bin mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a bi rêxistina PENa Kurdî hatî lidarxistin bûne re hevdîtin kir. Hevşaredar Hatun, ku bi nivîskar û zimanzanan re sohbet kir, balê kişand ser parastina zimanê Kurdî.
Hevşaredar Hatun, ku di çalakiyê de axivî, beşdar silav kir û tekez kir ku xebata li ser zimên pîroz e. Hevşaredar Hatun got: "Xebata ku PENa Kurd dimeşîne gelek pîroz e. Em serbilind in ku mêvandariya konferanseke wiha dikin. Ez hemû xebatkarên PENa Kurd ji bo xebatên wan ên ku em anîne ba hev pîroz dikim."
Çalakî piştî axaftinên zimannas û nivîskaran bi dawî bû.
Di çalakiyê de Hevserokên Meclisê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin hevrêtiya Hevşaredar Hatun kirin.
Â