Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Parka Newrozê dest bi sepandinekê kir ku bikarhênana mangal û semawerê asteng dike.
Li ser daxwazên hemwelatiyên ku ji dûmana mangal û semawerê, qirêjî û xetera agirpêketinê ya gengaz aciz bûne, Şaredariya bajarê Mezin gavek avêt ku hawirdor û tenduristiya hemwelatiyan diparêze.
Tîmek ji 20 kesan hat avakirin
Tîmek ji 20 kesan, ku ji Serokatiya Daireyên Zabitayê û Serokatiya Daireyên Park û Baxçeyan pêk tê, li parkê lewheyên hişyariyê danîn û agahdarî dan. Piştî van agahdariyan ku bi îlanên dengî jî hatin piştgirîkirin, hişyarî hatin dayîn hemwelatiyên ku mangal û semawerê vêdixistin. Tîman, spasiya xwe pêşkêşî hemwelatiyên ku li gorî hişyariyan tevgeriyan kir.
Hemwelatî ji sepandinê razî ne
Hemwelatiyên ku parkê bikar tînin diyar kir ku ev biryar nemaze ji bo tenduristiya zarok, kal-pîr û hemwelatiyên ku ji dûmanê bandor dibin girîng e. Zahit Çelik, yê ku bi malbata xwe re pîknîk dikir, got: "Ev der navenda bajêr e. Dûman zirarê dide hawirdorê, daran, zarokan. Em piştgiriyê didin şaredariya xwe, diviyabû ev sepandin zûtir dest pê bikira."
Salih Çelik, yek ji hemwelatiyan, got: "Em dixwazin hewaya paqij bikşînin. Bila zarokên me zirarê nebînin. Biryareke rast e" û bal kişand ser mafê tenduristiya hawirdorê.
Kontrol dê berdewam bikin
Şaredariya Bajarê Mezin, bi taybetî di demên ku qelebalixî di dawiya hefteyê de çêdibe, dê sepandinê berdewam bike û kontrolên birêkûpêk li dijî sepandinên ku tenduristiyê xeterê dixin li parkê bike.
Â