Hevşaredar Hatun, beşdarî daxuyaniya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bû

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bû.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ku duhî ji aliyê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ve li Amedê hate ragihandin, li ber Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogulllari, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenter û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî vê daxuyaniyê bûn.

Piştî axaftinên ku ji aliyê Hevbêjerên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Mehmet Kamaç ve hatin kirin, daxuyanî bi dawî bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30