ALO 153 dest bi xizmeta Kurdî kir

Di çarçoveya xizmetên ÅŸaredariyê yên pirzimanî yên Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, Navenda Bangê ya ALO 153 dest bi xizmeta Kurdî kir. Seroka Daîreya Çapemenî, WeÅŸan û Têkiliyên Gel Bêrîvan GuneÅŸ diyar kir ku wan ev xizmet ji bo ku hemwelatî bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê rehettir xwe îfade bikin pêk anîne.

Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya têgeha ÅŸaredariya civakî de, xebatên xwe yên li ser Navenda Bangê ya ALO 153, ku ji bo nirxandina daxwaz, pêÅŸnîyar û gilîyên hemwelatiyan hatiye avakirin, didomîne. Bi rêya Navenda Bangê ya ku li Sumerparka ser bi Serokatiya Daîreya Çapemenî, WeÅŸan û Têkiliyên Gel ve ye, her roj bi hezaran hemwelatî bêyî ku biçin avahiya xizmetê ya ÅŸaredariyê, ÅŸansê ragihandina daxwazên xwe dibînin. Navenda Bangê ya ku heta niha bi Tirkî xizmet dida, êdî dê daxwazan bi Kurdî jî werbigire û bi vî awayî hemwelatî dê bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê sûdê ji xizmetan werbigirin.

Xizmeta Åžaredariyê ya pirzimanî

Seroka Daîreya Çapemenî, WeÅŸan û Têkiliyên Gel Bêrîvan GuneÅŸ derbarê vê xizmetê de agahî da û diyar kir ku di warê pêÅŸkêÅŸkirina xizmetên ÅŸaredariyê yên pirzimanî de, wan wekî gava yekem dest bi xizmeta Kurmancî kirine û di pêvajoyên pêÅŸ de jî ji bo xizmeta Zazakî, Îngilîzî û Erebî xebatên xwe dê bidomînin. GuneÅŸ got, "Hemwelatiyên me bi kîjan zimanî dixwazin xizmetê werbigirin, dikarin bi awayê ku dixwazin bi me re têkilî daynin."

'Hemwelatiyên me dê bikarin bi zimanê xwe yê dayikê rehettir xwe îfade bikin'

GuneÅŸ destnîÅŸan kir ku yek ji armancên sereke yên vê xebatê ew e ku hemwelatî bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê rehettir xwe îfade bikin û wiha pê de çû: "Me pêÅŸî bi Kurmancî da. Ev rewÅŸ hinekî jî li gorî daxwazên hemwelatiyên me pêÅŸ dikeve. Di heman demê de, ji bo xizmetguzariya tûrîstên ku tên bajêr, em ê di demên pêÅŸ de xizmeta Îngilîzî û Erebî jî bidin. Em ê xebatên xwe di wateya ku tûrîst û hemwelatiyên ku di bajêr de dijîn bi kîjan zimanî xwe baÅŸtir îfade dikin, di wî warî de bimeÅŸînin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31