Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo tora veguhestinê ya ewle li bajêr ava bike, li ser rê û xaçerêyan xebatan dimeşîne.
Serokatiya Daîreya Veguhestinê ji bo zêdekirina ewlehiya trafîkê li seranserê bajêr, bilindkirina rehetiya veguhestinê û pêşîgirtina peyayan xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de li navenda bajêr û navçeyan, ji bo rêvekirina ajokar û peyayan 32 hezar û 987 tabloyên trafîkê yên nû hatin monte kirin, xebatên lênihêrîn û nûkirinê hatin kirin.
2 hezar û 310 kîlometre xêzên rê hatin nûkirin
Ji bo zêdekirina ewlehiya ajotinê li seranserê rêyên sereke, kolan û kuçeyan, 2 hezar û 310 kîlometre xêzên rê hatin nûkirin, nîşanên qedexeya parkkirinê, rêvekirinê û hişyariya lezê hatin çêkirin.
Bi taybetî li derdora dibistanan, li pêşiya nexweşxaneyan û li herêmên ku pejayên wan zêde ne, rêyên peyayan ji nû ve hatin boyaxkirin û xuyabûna wan hat zêdekirin, 611 xebatên sînor û nîşanên horizontî hatin kirin.
Bişkokên hişyariyê yên bi enerjiya rojê
Bi saya bişkokên hişyariyê yên bi enerjiya rojê ku di xaçerêyan de di nav refujê de bi awayekî horizontî hatine monte kirin, dîtina şevê hat zêdekirin. Li seranserê bajêr ji bo zêdekirina ewlehiyê 442 bişkokên hişyariyê hatin monte kirin. Bi vî awayî dema ku ajokar nêzî xaçerêyan dibin têne hişyarkirin ku baldar bin.
Ji bo misogerkirina pabendbûna bi sînorên lezê û bi taybetî jî ji bo hêdîkirina trafîka wesayîtan li herêmên hesas ên wekî dibistan, nexweşxane û mizgeftan hezar û 548 metre qûndeqên lezê hatin çêkirin. Ji bo ku bala ajokaran bikşînin, qûndeq bi nîşanên horizontî hatin destek kirin.
Bi saya delînatoran trafîk dê heriktir be
Ekîban li seranserê bajêr li nuqteyên girîng ên ku qerebalixa trafîkê lê zêde ye hezar û 17 delînator bi cih kirin. Bi vî awayî dê pêşî li binpêkirina rêyên rast û çep bê girtin û trafîk dê heriktir bibe.
Serokatiya Daîreya Veguhestinê di çarçoveya armancên xwe yên zêdekirina ewlehiya trafîkê û birêkûpêktir kirina veguhestina nav bajêr de xebatên xwe dê bidomîne.
Â