Di çarçoveya xizmetên şaredariyê yên pirzimanî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, Navenda Bangê ya ALO 153 dest bi xizmeta Kurdî kir. Seroka Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş diyar kir ku wan ev xizmet ji bo ku hemwelatî bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê rehettir xwe îfade bikin pêk anîne.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya têgeha şaredariya civakî de, xebatên xwe yên li ser Navenda Bangê ya ALO 153, ku ji bo nirxandina daxwaz, pêşnîyar û gilîyên hemwelatiyan hatiye avakirin, didomîne. Bi rêya Navenda Bangê ya ku li Sumerparka ser bi Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel ve ye, her roj bi hezaran hemwelatî bêyî ku biçin avahiya xizmetê ya şaredariyê, şansê ragihandina daxwazên xwe dibînin. Navenda Bangê ya ku heta niha bi Tirkî xizmet dida, êdî dê daxwazan bi Kurdî jî werbigire û bi vî awayî hemwelatî dê bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê sûdê ji xizmetan werbigirin.
Xizmeta Şaredariyê ya pirzimanî
Seroka Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş derbarê vê xizmetê de agahî da û diyar kir ku di warê pêşkêşkirina xizmetên şaredariyê yên pirzimanî de, wan wekî gava yekem dest bi xizmeta Kurmancî kirine û di pêvajoyên pêş de jî ji bo xizmeta Zazakî, Îngilîzî û Erebî xebatên xwe dê bidomînin. Guneş got, "Hemwelatiyên me bi kîjan zimanî dixwazin xizmetê werbigirin, dikarin bi awayê ku dixwazin bi me re têkilî daynin."
'Hemwelatiyên me dê bikarin bi zimanê xwe yê dayikê rehettir xwe îfade bikin'
Guneş destnîşan kir ku yek ji armancên sereke yên vê xebatê ew e ku hemwelatî bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê rehettir xwe îfade bikin û wiha pê de çû: "Me pêşî bi Kurmancî da. Ev rewş hinekî jî li gorî daxwazên hemwelatiyên me pêş dikeve. Di heman demê de, ji bo xizmetguzariya tûrîstên ku tên bajêr, em ê di demên pêş de xizmeta Îngilîzî û Erebî jî bidin. Em ê xebatên xwe di wateya ku tûrîst û hemwelatiyên ku di bajêr de dijîn bi kîjan zimanî xwe baştir îfade dikin, di wî warî de bimeşînin."