Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi beşdariya midûrên têkiliyên gel û endamên meclîsê yên 4 şaredariyên navçeyên navendî "Civîna Koordînasyonê ya Têkiliyên Bi Gel Re" pêk anî û di mijarên ku rasterast bandorê li tenduristiya jîngehê û mafên bingehîn ên welatiyan dikin de rêze biryar girt.
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re ya Şaredariya Bajarê Mezin bi nûnerên midûrên têkiliyên gel û endamên meclîsê yên şaredariyên navçeyên Sûr, Yenîşehir, Kayapinar û Baglarê re "Civîna Koordînasyonê ya Têkiliyên Gel" pêk anî. Di civîna li avahiya xizmetê ya şaredariyê de, nexşeya rê ya ku ji bo gihîştina wekhev, adil û bi hêsanî ya welatiyan bi mafên bingehîn û xizmetên giştî were şopandin hat nîqaşkirin.
Di rojeva civînê de mijarên wekî kartên civakî û bernameyên piştgiriya civakî, xizmetên veguhestin û binesaziyê, rêkxistina cihên bazarê û tenduristiya jîngehê yên ku rasterast bandorê li mafê jiyanê yê gel dikin cih girtin.
Di encama civînê de hat biryardan ku ji bo tespîtkirina hewcedariyên welatiyên ku li taxên gund dijîn bi şaredariyên navçeyan re serdanên birêkûpêk bên kirin, di têkoşîna li dijî madeyên tiryakê de ji şaredariyên navçeyan re hem piştgiriya lojîstîk hem jî ya civakî bê dayîn û bi taybetî parastina mafê jiyanê û ewlehiya ciwanan were kirin, di çarçoveya têkoşîna li dijî xizaniyê de ji bo tespîtkirina malbatên dezavantaj personel bê dayîn şaredariyên navçeyan û kontrolkirina cihên bazarê yên di berpirsiyariya şaredariyên navçeyan de bi rêkûpêk ji aliyê ekîbên zabitayê ve bê kirin.
Â