Projeya tenduristiya heywanên parastî tê destpêkirin

Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Midûriyeta Bajêr a Çandin û Daristanan, Zanîngeha Dîcleyê, Odeya Veterîneran û Odeya Endezyarên Ziraatê, projekta tenduristiya heywanên parastî tê destpêkirin.

Bi pêşengiya Midûriyeta Şaxa Pêşxistina Çandinî û Heywandariyê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, bi hevkariya Midûriyeta Bajêr a Çandin û Daristanan, Zanîngeha Dîcleyê, Odeya Veterîneran û Odeya Endezyarên Ziraatê, li bajêr projekta tenduristiya heywanên parastî hat pêşxistin. Di çarçoveya projeyê de, dê di karsaziyên malbatî yên biçûk ên malê de xizmetên tenduristiya heywanên parastî bên dayîn. Di mijarên "Parastina li dijî nexweşiyên heywanan, sepandina aşiyê, têkoşîna li dijî parazîtan, başkirina şert û mercên axur û stargehan, zêdekirina hilberîna goşt û şîr" de dê piştgirî ji welatiyên ku bi heywandariyê re mijûl dibin re bê dayîn.

Bi beşdariya payedarên civîn hat lidarxistin

Ji bo gotûbêjkirina hûrgiliyên projeyê, bi beşdariya Serokê Daîreya Xizmetên Gundewarî Velat Özer û Midûriyeta Şaxa Pêşxistina Çandinî û Heywandariyê, Midûriyeta Bajêr a Çandin û Daristanan, Komeleya Ekolojiyê ya Herêmî ya Amedê, Odeya Veterîneran, nûnerên Odeya Endezyarên Ziraatê li Şaredariya Bajarê Mezin civîn hat lidarxistin.

Di civînê de mijarên "Ji bo piştgirîkirina heywandariyê perwerdekirina agahdarkirin û hişyarkirinê, hilbijartina herêmek pîlot û di nav demeke navîn û dirêj de belavkirina van xizmetan li hemû navçeyên gundewarî, dabînkirina piştgirîyên mekan û alavên fîzîkî yên ku hatine tespîtkirin, û di encamê de bi rêya damezrandin û teşwîqkirina kooperatîfan dabînkirina derfetên bazarkirina berhemên ku hatine hilberîn" hatin gotûbêjkirin.

Ji bo pêşxistina projeya bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî xebat dê bên kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31