Hevşaredar Hatun: Em ê xebatên pirzimanî pêş bixin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û diyar kir ku ew ê xebatên pirzimanî pêş bixin.

Civîna meha Gulanê ya asayî ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rûniştina xwe ya çaremîn li Salona Meclisê pêk anî. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun di serokatiya xwe de civîn birêve bir û endamên meclisê beşdar bûn. Di destpêka civînê de ku endamên meclisê pankartên balê dikişînin ser girîngiya Kurdî vekirin, Hevşaredar Hatun axivî û Cejna Zimanê Kurdî ya 15ê Gulanê ya gel û endamên meclisê pîroz kir û got, "Zimanê me rûmeta me ye. Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn, bi zimanê xwe perwerde bibin. Ji ber vê yekê tu gel bêyî zimanê xwe nikare bijî. Bav û kalên me gotine, çawa dar li ser koka xwe şîn dibe, mirov jî li ser zimanê xwe dijî. Gava ax nebe dar nabe, gava mirov nebe ziman jî nabe."

Hevşaredar Hatun: Bila Kurdî bibe zimanê perwerdeyê

Hevşaredar Hatun, daxuyaniyên xwe yên di dema hilbijartinên herêmî de yên der barê ziman de bi bîr xist û wiha dewam kir: "Xebatên me yên pirzimanî hene. Em ê ne tenê Kurdî, lê ligel Kurdî, Îngilîzî, Fransizî û Erebî jî kursan bidin. Em dibêjin, pirzimanî pirjiyanî ye. Di heman demê de pirçandî ye jî. Ji ber vê yekê me ji bo kesên ku dixwazin karûbarên xwe bi zimanê xwe yê ku heta îro hatiye astengkirin bimeşînin, zemînek amade kir. Wekî ku midûrê me jî agahî da, hemû xebat tên kirin. Bi taybetî kesên ku dixwazin di vî warî de bixebitin, dikarin bi me re têkilî deynin. Em ê hemû karên civakî bi hev re bikin. Daxwazek me ji dewletê jî heye; em dibêjin êdî bila Kurdî jî bibe zimanê fermî, zimanê perwerdeyê. Ev dem, ew dem e. Bi qanûnekê dikarin vê meselê çareser bikin. Em jî bi hev re bingeha vê yekê ava bikin. Em amade ne, em dixwazin hûn jî amade bin. Wekî şaredarî em ê piştgiriyê bidin van xebatan."

Piştî axaftina Hevşaredar Hatun, Rêveberê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a Serokatiya Daîreya Çandê û Karûbarên Civakî Tahir Baykuşak û Endama Meclisa DBB'ê Gulistan Nazlier jî bi Kurmancî û Zazakî axaftinek kirin û bal kişandin ser girîngiya zimên.

 

Image Gallery