Bi veberhênanên kirî, Agirkujiya Amedê ya xurtkirî, ji ber werzê havînê nêzîk dibe, amadehiyên xwe ji bo agirên pûş, pirêze û daristanan ên pêkan temam kir.
Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo parastina ewlehiya can û malê hemwelatiyên li hember agirpêketinan, xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya van xebatan de Agirkujiya Amedê wesaît, amûr nû kirîn û xebatkarên nû wergirtin.
Serokatiya Daîreya Agirkujiyê, ji ber werzê havînê nêzik dibe, li hember agirên, pirêze, pûş û daristanan ên pêkan dê li qadê be.
Midûrê Şaxa Perwerdehiyê ya Serokatiya Daîreya Agirkujiyê Îhsan Gezer, derbarê tedbîrên li hember agirên pûş û daristanan de daxuyanî da. Gezer got ku cotkar piştî ku berhemên xwe radikin, pûşa mayî dişewitînin û ji ber vê yekê agirekî mezin derdikeve.
'Di xutbeyan de dê zirarên agirên pirêzeyan bê gotin'
Gezer bi bîr xist ku wek Serokatiya Daîreya Agirkujiyê sala borî, wan mudaxeleyî 4 hezar û 829 agirên pirêze, pûş, çandin û giya kiriye û wiha axivî: "Di sala 2025'an de me dest bi girtina hin tedbîran kir. Di serê van tedbîran de me bi odeyên çandiniyê re hevdîtin pêk anîn. Me bi Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr û Midûriyeta Daristanê ya Bajêr re hevdîtin kirin. Me ji muftiyên bajêr û navçeyan re nivîs şandin ku di xutbeyên înê de zirarên agirên pûş û pirêzeyan bên gotin."
'350 milyon TL veberhênana nû hat kirin'
Gezer tedbîrên ku wan girtine anî ziman û diyar kir ku bi 285 milyon TL ji bo 20 wesaîtên nû û 65 milyon TL ji bo amûrên agirkujiyê, bi tevahî bi veberhênaneke 350 milyon TL Agirkujiya Amedê hîn bêtir xurt kirin. Gezer got: "Di mehên pûşper û tîrmehê de me betlaneyên salane yên xebatkarên xwe bi temamî ragirtin. Di heman demê de me hemû wesaîtên xwe tamîr û kontrol kirin. Me 20 wesaîtên nû yên 4x4 û 6x4 zêdeyî envantera xwe kir. Di heman demê de me dest bi hilgirtina kar a 75 karkerên agirkujiyê yên nû kir. Wek agirkujiyê, xebatkar, wesaît û envanter hev temam dikin."
'Cezayê şewitandina pirêzeyan 5 caran hat zêdekirin'
Gezer ji bo agirên pûş hişyarî da hemwelatiyan û wiha domand: "Piştî ku berheman radikin, em ji cotkaran tika dikin ku pirêzeyê neşewitînin. Ji ber ku dema hûn pûş û pirêzeyan dişewitînin, hûn bi hevsengiya wê axê re dileyizin. Ji hêla ekolojîk ve hûn zirarê didin jîngehê. Tika me ji hemwelatiyan ev e ku bi qestî pûş neşewitînin. Ev sûc e jî. Me bi Midûriyeta Çandiniyê ya Parêzgehê re axivî û biryar hat dayîn ku ceza 5 qat bên zêdekirin."
Gezer hişyarî da şofêr û hemwelatiyên ku pîknîk dikin jî ji ber ku sikara cigareyan û xweliya menqelan dibin sedema agirpêketinê. Gezer xwest ku kesên ku pîknîk dikin divê agir baş vemirînin û şofêr divê baldar bin ku sikara cigareyê neavêjin derve.
Â