Gundê Beşpinarê gihîşte ava paqij

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pirsgirêka ava vexwarinê ya ku li taxa Beşpinarê ya navçeya Çinarê demeke dirêj berdewam dikir, bi danîna xeta nû ya ava vexwarinê çareser kir.

Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), xebata ku ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya li taxa Beşpinarê ya navçeya Çinarê dabû destpêkirin, temam kir.

Ekîba teknîkî ya ku li ser serlêdanên welatiyan sewqî herêmê hat kirin, bi lêkolînên li cihê bûyerê plansaziya projeyê temam kir. Piştî vê yekê, bi xebatên hatine destpêkirin re, bi makîneyên kar ên kolandin û şikestinê kanal hat vekirin, paşê boriyên polîetîlen ên nû hatin danîn û sîstem bi xeta sereke ve hat girêdan.

Ekîbên DÎSKÎ, bi xebateke dijwar a 11 rojan, li Kolana Murattaşı ya taxa Beşpinarê xeta nû ya ava vexwarinê ya 800 metreyî ava kirin.

Bi saya vê xebata Midûriyeta Şaxa DÎSKÎ ya Çinarê, nêzî 110 welatiyên ku li 20 malên Kolana Murattaşı dijîn, li malên xwe dikarin bigihîjin ava paqij û birêkûpêk.

Piştî çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya ku bi salan li taxa Beşpinarê berdewam kir, şêniyên taxê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

'Ji kaniyên me av diherike, em pir kêfxweş in'

Welatiyê bi navê Aysel Kaya diyar kir ku gihîştina avê ji bo wan pir bi qîmet e û got, "Me di her warî de zehmetî dikişand. Di zivistanê de dema berf dibariya, me ji bo heywanên xwe zehmetî dikişand ku avê bibînin. Em neçar diman derkevin derve. Niha bi saya DÎSKÎ'yê ji tapûyên me av diherike, em pir kêfxweş in. Hem ji bo mala me hem jî ji bo heywanên me rehetiyek mezin çêbû. Ez spasiya Şaxa DÎSKÎ ya Çinarê û hemû karker û kedkarên ku di vê xebatê de ked dane dikim."

Welatiyê bi navê Cemîl Kaya jî diyar kir ku berê gelek zehmetî dikişandin û niha rehet bûne. Kaya got, "Êdî ava me dê bi rêkûpêk biherike. Pêdiviya her zindî bi avê heye. Bê av jiyan nabe. Ger av hebe, mirov dikare her tiştê ku pêdiviya wî pê heye pêk bîne. Îro av, li her derê pêdiviya herî bingehîn e."

'Ava me êdî paqij û saxlem e'

Welatiyê bi navê Abbas Kaya jî hestên xwe bi van gotinan anî ziman: "Heta îro pirsgirêka me ya herî mezin zehmetiya gihîştina avê bû. Çavkaniyên me yên avê gelek caran diçikiyan. Înşallah bi vê xebatê re êdî ava me qut nabe û dê bi rêkûpêk biherike. Ava ku DÎSKÎ gihandiye malên me paqijtir û saxlemtir e. Ev xizmet me bi rastî kêfxweş kir. Em spasiya her kesê ku ked daye dikin."

'Me guhdarî daxwazan kir, me lêkolîn kirin'

Wekîlê Midûrê Şaxa DÎSKÎ ya Çinarê Dilaver Işık diyar kir ku welatiyên li taxê dijîn rasterast pirsgirêka ava xwe ji wan re ragihandine û got, "Me daxwaz li cihê bûyerê guhdarî kirin, me bi muxtarê taxê û şêniyên malan re rûbirû hevdîtin pêk anîn. Piştî lêkolînên berfireh ên ekîba me ya teknîkî, me bi serkeftî karên kolandin û danînê yên li ser zemîneke zehmet temam kirin. Xeta nû ya ava vexwarinê bi boriyên polîetîlen bi awayekî ewle hat danîn û bi şebekeya sereke ve hat girêdan. Ev destwerdan ne tenê xebateke binesaziyê ye, di heman demê de xizmeteke giştî ya bingehîn e ku kalîteya jiyana welatiyên me yên li gundan zêde dike. Wekî DÎSKÎ, em ê bi nêrîneke xizmetê ya ku hewcedariyên welatiyên me di navendê de digire û ji qadê tê xwedîkirin, xebatên xwe bidomînin."

 

Image Gallery