Hevşaredar Hatun: Em ê xwêdana eniya xwe ji bo aştiyê birijînin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî 18emîn Kongreya Asayî ya ÎHD’ê bû û got, “Em ê şev û roj xwêdana eniya xwe ji bo vê aştiyê birijînin.”

18emîn Kongreya Asayî ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûn.

Hevşaredar Hatun: Êdî divê mafê tu kesî neyê xwarin

Hevşaredar Dogan Hatun di kongreya asayî de axivî û xebatkarên ÎHD’ê yên ku çalakiyan dikin pîroz kir û got, “We karekî gelekî pîroz kir.”

Hevşaredar Hatun diyar kir ku ew di rojên dîrokî re derbas dibin û destnîşan kir ku ev rojên dîrokî wê teqez bên nivîsandin û kesên ku di vê rêyê de canê xwe dane wê neyên jibîrkirin. Hevşaredar Hatun got, “Divê em hin tiştan ji bîr bikin; êdî divê mafê tu kesî neyê xwarin” û wiha domand: “Divê dewlet di vî warî de gav bavêje. Êdî em van tiştan ji holê rakin. Careke din di serî de li bajarê me, li welatê me, heta li tevahiya cîhanê mafê tu kesî neyê astengkirin.”

‘Êdî bes e bazirganiya çekan’

Hevşaredar Hatun bal kişand ser wê yekê ku hin alî dixwazin bi rêya şer xwe bilind bikin û wiha axivî: “Em ji Amedê, ji kongreya Komeleya Mafên Mirovan bang li wan bikin: Êdî hûn jî ji mirin û xwînê têr bibin. Êdî bes e bazirganiya çekan. Yên ku dixwazin gelan bikin dijminê hev, ji we re jî bes e. Êdî ax jî têr bû, em jî têr bûn, tevahiya xwezayê ji mirinê têr bû, ji rijandina xwînê têr bû. Êdî ne hewce ye ku hûn kargehên çekan ava bikin an jî dewlet protokolan li ser çekan îmze bikin. Ger hûn teqez dixwazin tiştekî bikin, li cîhanê bi milyonan mirov birçî ne. Bi milyonan mirov nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Bi milyonan mirov nikarin mafên xwe yên mirovahî bijîn. Ger hûn ê protokolekê çêbikin, li ser van çêbikin.”

‘Em bawer dikin ku ev aştî wê pêk were’

Hevşaredar Hatun wiha dewam kir: “Careke din barekî giran li ser pişta me hemûyan e. Werin em xwedî li tevahiya gelê xwe derkevin. Ji bo hilgirtina vî barê ku bi pêvajoya aştiyê dest pê kir, divê em hemû xwe deynin holê. Ev bar tenê li ser pişta Kurdan nîne. Em dibînin ku îro li Tirkiyeyê heçkû ji bilî Kurdan kes aştiyê naxwaze, ji bilî Kurdan kes ji bo vê yekê gav navêje, naaxive, kesî îqna nake. Çawa ku em li Amedê, li kolanan tek tek bi gelê xwe re dipeyivin da ku wan îqna bikin, divê ew jî li bajarên xwe van karên hanê bikin. Li bajarên mezin aştî ji bo wan jî pêwîst e. Rast e, di van 50 salan de êşa herî mezin Kurdan kişand lê aştî ji bo her kesî, ji bo her derê ye. Ger bar tenê li ser milê vî alî bimîne, wê demê aliyekî vî karî her dem kêm bimîne û ev yek xeterê bi xwe re tîne. Gelek kes dibêjin ku derbarê vê pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê de fikarên wan hene, fikarên me jî hene. Zarokên me hê jî bi zimanê xwe perwerdeyê nabînin. Ev jî ji bo me fikarek e. Hê jî li ser çand û hunera me astengî hene. Ev jî ji bo me fikarek e. Lihevkirin ji bo her kesî ye. Em bawer dikin ku ev aştî wê pêk were. Em ê şev û roj xwêdana eniya xwe ji bo vê aştiyê birijînin. Em ê xwedî lê derkevin.”

Hevşaredar Hatun diyar kir ku wekî fikarên dewletê hene, fikarên gelan jî hene û destnîşan kir ku ji bo baweriya ku di navbera gelan de çêbûye neyê şikestin, divê gav bên avêtin.

 

Image Gallery