Hevşaredar Bucak: Girîng e ku zarok bi zimanê xwe yê zikmakî mezin bibin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî çalakiya dawiya salê ya Zarokistan Kreş û Roja Lênêrînê ya 450 Evlerê bû û destnîşan kir ku girîng e zarokên ku pêşerojê ava dikin, bi zimanê xwe yê zikmakî mezin bibin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî çalakiya dawiya salê ya Zarokistan Kreş û Roja Lênêrînê ya 450 Evlerê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî bû. Di çalakiya ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin de, digel Hevserok Bucak, gelek zarok digel dê û bavên xwe amade bûn.

Di axaftina vekirinê ya çalakiyê de bal hat kişandin ser vê yekê ku dema dest bi xebatên zarokan kirin, pirzimanî esas girtine û hat gotin, "Odeyên lîstikê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kreşên wê, dû re kreşa Zarokistanê xizmetê didin û dê bidin."

Hevşaredar Bucak: Bila zarok bi zimanê xwe yê zikmakî mezin bibin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, di axaftina xwe ya li çalakiyê de silav da beşdaran û bal kişand ser girîngiya ziman. Hevşaredar Bucak got, "Ziman koka me ye, ziman axa me ye, ziman hebûna me ye," û anî ziman ku ji ber vê yekê di warê çand û hunerê de girîngiyê didin Kurdî. Hevşaredar Bucak bal kişand ser ku zarok paşerojê ava dikin û axaftina xwe wiha domand: "Em dibêjin bila zarok bi zimanê xwe yê zikmakî mezin bibin. Ev tiştekî pir girîng e. Ez ji bo beşdariya we pir kêfxweş im. Îro ev salon tije bû, hûn ser seran û ser çavan hatin. Mamosteyên hêja, îsal gelek ked dane, gelek xebat kirine. Gelek karên xweş derxistine holê, destên wan sax be."

Piştî axaftinan, sînevîzyona ku tê de çalakî û xebatên zarokên ku li kreşê perwerde dîtine, di nava salekê de kirine, hat nîşandan.

Çalakî, piştî pêşkêşiyên ku ji aliyê zarokan ve hatibûn amadekirin, bi dawî bû.

Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zerin Turk û endamên meclîsê jî beşdarî vê çalakiyê bûn.

 

Image Gallery