DÎSKÎyê pirsgirêka avê ya 7 salan li Hezroyê çareser kir

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebateke mehekê, pirsgirêka ava ku 7 sal bûn li taxa Helhelê ya navçeya Hezroyê didomand, çareser kir. Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê, veberhênanên binesaziyê yên li taxên gundewar ên bajêr dimeşîne, yek ji wan qedand. DÎSKÎyê ji bo dabînkirina ava vexwarinê li gundê Helhelê ya Hezroyê, xetek şebekeyê ya nû bi dirêjahiya hezar û 300 metreyan veguhest. Xebatên ku nêzî mehekê li qadê dihatin meşandin, bi dawî bûn. Piştî kontrolên ku dê 3 rojan bidomin, dê ava bêrawestan bigihêje 40 malbatên taxa Helhelê ku nifûsa wê 250 kes e.

Alican Taş, Midûrê Şaxa DÎSKÎyê yê Hezroyê, der barê xebatên li Helhelê de axivî û got, hin beşên taxa Helhelê li derveyî qada xeta ava vexwarinê ya heyî bûn û rewşa malbatên ku ava wan tune ye, li cihê xwe lêkolîn kirine. Taş destnîşan kir ku bi xebata tîmên teknîkî, bi veguhestina xetek zêde ya hezar û 300 metreyî pirsgirêka avê bi awayekî mayînde çareser kirine û got, "Piştî ku girêdanên xetê bi dawî bibin, di nava 2-3 rojan de dê av bidin herêmê. Em wekî DÎSKÎ, dê bêrawestan xebatên xwe yên ji bo zêdekirina kalîteya jiyana welatiyên me yên li gundan bidomînin."

Welatiyên taxê diyar kirin ku tîmên DÎSKÎyê di dema xebatan de bi rêk û pêk agahî dane wan û anîn ziman ku ji temambûna xizmeta ava vexwarinê ya ku ev demeke dirêj e li benda wê ne, kêfxweş in. Halîme Guler ku diyar kir ev nêzî 7 sal in li Taxa Helhelê dijî, got berê ava şebekeyê tune bûye, lê niha av gihîştiye malên wan. Guler tekez kir ku av hem ji bo paqijî hem jî ji bo hewcedariyên kesane girîngiyeke jiyanî ye. Guler anî ziman ku bi xebata hatî kirin re dê jiyaneke rehet bidomînin û got ku xebata DÎSKÎyê kalîteya jiyana wan zêde kiriye.

Mehmet Erden ku li taxê melatiyê dike, diyar kir ku ew ji sala 2019an ve li gund e û bal kişand ser wê yekê ku bi taybetî di mehên havînê de bi zêdebûna nifûsê re pirsgirêka gihîştina avê hê bêtir diyar dibe. Erden anî ziman ku ji ber avahiya rûniştinê ya belavbûyî, hin mal, bi taybetî malbatên li deverên bilind, ji xeta avê têra xwe sûd wernegirtine û got ku ew bawer dike ku bi xeta nû ya hatî veguhestin re ev pirsgirêk dê bi awayekî mayînde çareser bibin. Erden spasiya DÎSKÎyê kir û tekez kir ku xebata hatî kirin ji bo taxê gaveke girîng e. Welatiyek din, Zekiye Uyan jî diyar kir ku av di navenda jiyanê de ye û got, "Ji bo karên malê û hewcedariyên me yên bingehîn her gav hewcedariya me bi avê heye. Bê av jiyan nabe. Em spasiya DÎSKÎyê dikin ku ev pirsgirêk ji holê rakir."

 

Image Gallery