Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser rêya komel a Xirta-Dehla-Alimî ku 10 kîlometre dirêj e û 6 taxên girêdayî navçeyên Baglar û Çinarê dihewîne, xebatên asfaltkirinê da destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Koordînasyona Binesaziyê ya Rêyan, ji bo ku gihandina welatiyan ewletir û rehettir bibe, xebatên xwe li taxên gundewar ên 17 navçeyên bajêr didomîne. Ekîb, li ser rêyên komel ên taxan û girêdanên wan, xebatên binesaziyê, dagirtin, stabîlîzekirin û asfaltkirinê pêk tînin û pirsgirêkên hatûçûnê yên welatiyan çareser dikin.
Ekîbên ku çêkirina rêyên nû li taxên gundewar ên navçeyan temam kirine û xistine ber xizmetê, niha li ser rêya komel a Xirta-Dehla-Alimî ku 6 taxên girêdayî navçeyên Baxlar û Çinarê dihewîne, dest bi xebatên asfaltkirinê kirine.
Rêya 10 kîlometre tê asfaltkirin
Ekîban, li ser rêya komel a Xirta-Dehla-Alimî ku 10 kîlometre dirêj e, gundên Xirta, Dehla, Alimî, Kerêt, Keloşk û Zinarcankê bi hev ve girê dide, dest bi xebatên asfaltkirinê kirine. Beşa mayî ya rê jî dê di rojên pêş de were temamkirin.
Piştî ku xebatên asfaltkirina rê bên qedandin, dê rê ji bo xizmetê were vekirin.
Â