Tîmên lêgerîn û xilaskirinê yên binê avê amade ne

Tîmên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Binê Avê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku di bûyerên xeniqînê yên gengaz de mudaxele bikin, amadehiyên xwe temam kirin, ji ber ku hewa germ dibe.

Tîmên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Binê Avê, ku di nava Serokatiya Daîreya Agirkujiyê de dixebitin û armanca wan dîtin û xilaskirina kesên di avê de winda bûne an jî di xeterê de ne, beriya destpêka havînê amadehiyên xwe bi dawî anîn.

Hejmara karmendên tîmê, ku di meha Nîsanê de çûbûn Antalyayê û perwerdeyeke berfireh dîtibûn, derket 12 kesan. Tîmên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Binê Avê, ku dê beşdarî xebatên xilaskirinê yên binê avê yên li seranserê bajêr bibin, bi perwerdeya xwe ya bi kalîte, dema ku hewce be dikarin derkevin derveyî bajêr û li seranserê herêmê xizmetê bikin.

Noqêr dê bi tîmên lêgerîn û xilaskirinê yên binê avê û ser avê re di teyqezê de karên xwe bimeşînin.

'Tîmên noqêran amade ne'

Amîrê Tîmên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Binê Avê Mehmet Ercan Baran, di derbarê xebatan de agahî da û anî ziman ku piştî perwerdehiya ku di meha Nîsanê de li Antalyayê dîtine, tîm hê bêtir pispor bûye û got: "Niha tîmên me bi awayekî profesyonel xizmetê didin Amedê. Perwerdehiyên noqavaziya kûr, noqavaziya şevê, noqavaziya şikeftan û noqavaziya keştiyên binavbûyî jî hatin dayîn. Perwerdehiyên me pir bi fêde derbas bûn. Di encama vê fêdebûnê de niha tîmên me yên noqavazan amade ne û li benda kar in."

Hişyarî li hember bûyerên xeniqînê

Baran destnîşan kir ku ji ber germahiyên zêde yên li Amedê, bi taybetî bûyerên xeniqînê di nav avên ku zarok ji bo hênikbûnê dikevin wan de rû didin û ji bo pêşîgirtina li bûyerên bi êş hişyarî da. Baran axavtina xwe wiha bi dawî kir: "Amed herêmek e ku çem, gol, avên herikbar û bendav lê hene. Daxwaza me ji malbatan ew e ku zarokên xwe ji herêmên ku divê neyên ketin avê dûr bigirin. Weke ku her kes dizane, em pir nêzî Çemê Dîcleyê ne. Em her dem di derbarê nezanîna debiya Çemê Dîcleyê de hişyariyan didin. Di qanalên avdanê de jî bûyerên xeniqînê pir caran rû didin. Divê ji van deran jî dûr bikevin."

 

Image Gallery