Cîgirê Konsolosê Amerîkayê serdana Hevşaredaran kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak û Dogan Hatun, mazûvaniya Cîgirê Konsolosê Amerîkayê yê Edeneyê Roland McKay kir.

Cîgirê Konsolosê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê Edeneyê Roland McKay û Ataşeyê Dîplomasiya Giştî Adam Benz, serdana Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.

Piştî pêşwaziyê, Hevşaredaran bi McKay û Benz re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de li ser rêveberiyên herêmî û hevkariyê nêrîn hatin guhertin.

Hevşaredaran ji bo serdanê spasiya McKay û Benz kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Di serdanê de Sekretera Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zerîn Turk, Hevberdevkên Meclisê Demet Ceylan û Ayhan Karatekîn, her wiha endama Meclisê Gulay Kiliç, bi Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30