Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêdiviya ava vexwarinê ya 370 xaniyên ku li navçeya Hênê tên çêkirin, xeteke nû ya ava vexwarinê ya hezar û 200 metreyî dirêj dike.
Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) veberhênanên xwe ji bo dabînkirina ava vexwarinê ya tendurist û domdar li navçeyên gundewar didomîne. Di vê çarçoveyê de, ji bo dabînkirina pêdiviya ava vexwarinê ya 250 xaniyên komî û 120 xaniyên erdhejê yên ku li navenda navçeya Hênê li ber çêkirinê ne, xebateke nû ya xeta ava vexwarinê hate destpêkirin.
Xebat ne tenê ji bo xaniyan, di heman demê de dê ji bo binesaziya ava vexwarinê ya giştî ya navçeya Hênê jî bibe alîkar. Bi vî awayî, hem dê pêşî li arîzeyên gengaz were girtin, hem jî ji bo welatiyên ku li deverên niştecî yên nû dijîn, ava bê navber û tendurist were dabînkirin.
Tora hezar û 200 metreyî tê danîn
Di çarçoveya xebata ku di 20'ê gulanê de dest pê kir, bi bikaranîna boriyên polîetîlen ên bi qebareya 90 milîmetre, bi giştî hezar û 200 metre tora ava vexwarinê tê çêkirin. Di du rojên ewil ên projeyê de beşa 300 metreyî hate qedandin. Tê payîn ku xebat di 25'ê gulanê de biqede.
'Pirsgirêka avê tê çareserkirin'
Gerînendeyê Şaxa DÎSKÎ ya Hênê Bekir Narin, derbarê xebatê de agahî dan û diyar kir ku ji bo çareserkirina kêmasiya ava vexwarinê ya li qada niştecihbûnê, serlêdan ji Midûriyeta Şaxa DÎSKÎ ya Hênê re hatiye kirin û li ser vê yekê, ji aliyê tîmên DÎSKÎ yên Hênê ve ji bo danîna tora ava vexwarinê ya zêde ya hezar û 200 metreyî xebat hatiye destpêkirin. Narin got ku ew plan dikin ku xebatan di nava 4-5 rojan de biqedînin û wiha pê de çû: "Bi vî awayî pirsgirêka avê ya li wargeha TOKÎ dê bi awayekî mayînde were çareserkirin."
Â