Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya "Jivana Ked, Çand û Hunerê ya Jinên Amedê" de axivî û destnîşan kir ku ev xebat mînakeke fikireke hevpar û hilberîna bi hev re ye.
Hevşaredar Serra Bucak, digel Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenter û hevşaredarên navçeyan, beşdarî çalakiyên "Jivana Jinên Amedê ya Ked, Çand û Hunerê" bû. Ev hevdîtin bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê û bi piştgiriya Meclîsa Jinan a Konseya Bajêr, şaredariyên navçeyan û rêxistinên civaka sivîl li Meydana Deriyê Çiyê hate lidarxistin.
Bucak, li qadê standên ku hatibûn vekirin geriya, bi jinan re sohbet kir, berhemên destan lêkolîn kir û bi welatiyan re govend gerand. Di çarçoveya bernameyê de Bucak, beşdarî konsera Koma Tenbûr KASEDjin û Eylul Nazlier a ku li Meydana Deriyê Çiyê hatibû lidarxistin, bû.
"Ev hevgirtineke mezin e"
Hevşaredar Bucak ku di konserê de axivî, bal kişand ser girîngiya piştgirî û xebata hevpar û got: "Civata ku hûn îro li vê qadê dibînin, mînakeke têgihiştineke hevpar, fikireke hevpar û hilberîna bi hev re ye. Bi desthevgirtina hevdu, me piştgirî û keda jinan mezin kir û li vir xebatek derket holê. Wekî ku hûn dibînin, gelek standên cûrbecûr hene û berhemên destan, xwarin û tekstîlên malê yên ku van standan pêşkêş kirine, îro li vir têne pêşandan."
Banga dilxwaziyê ji ciwanan re
Bucak, destnîşan kir ku li qadê standên agahdariyê hene û wiha dewam kir: "Broşûrên me yên agahdarkirinê hene ku xebatên DÎSKÎ û Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî yên derbarê xerckirina avê bi pîvan û paqijhiştina ax û hewaya me de ne. Bi taybetî ez ji hevalên ciwan rica dikim ku serdana van standan bikin û di vê siyaseta jîngeh û avê de bibin dilxwaz."
Bucak, herwiha welatî vexwendin ku beşdarî çalakiyên roja pêş bin û got: "Êvarê agahiyê bidin cîran, hevjîn û hevalên xwe ku du rojên din jî ev jivana kedê û di heman demê de êvarê konser û çalakî dê hebin. Sibe em li benda cîran, heval û xizmên we ne."
"Bila ev bibe destpêk"
Hevşaredar Bucak, spasiya hemî saziyên ku di organîzasyona hevdîtinnê de cih girtine kir û got: "Hevalên hêja, hevalên me yên jin û saziyên me yên jinan li vir yekîtiyeke mezin nîşan dan. Ez dizanim ku bila ev bibe destpêk. Ez hêvî dikim ku em ê bi hev re xebatên din jî pêk bînin ku pêşî li hebûna jinan di hilberînê, îstîhdamê, jiyana civakî, jiyana giştî de, ji bo domandina jiyana xwe, geşkirina jêhatîbûnên xwe, îfadekirina xwe, û hebûna wan wekî mirovên wekhev û azad, veke û pêş bixe."
Piştî axaftina Hevşaredar Bucak, Koma Tenbûrê ya KASEDjin û Hunermend Eylul Nazlier derketin ser dikê.
"Civîna Jinên Amedê ya Ked, Çand û Hunerê" wê sibe bi Atolyeya Boyaxkirina T-shirtê (14.00-16.00); Atolyeya Punchê (16.00-18.00); KASEDjin Koma Muzîkê ya Jinan û konsera Dengbêj Hediye Kalkan (19.00) bidome.
Â