Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Balyozê Komara Lîtvanya yê Enqereyê Ricardas Degutis pêşwazî kir.
Balyozê Komara Lîtvanya yê Enqereyê Ricardas Degutis, Musteşara Balyozxaneyê Leva Garsvaite, lîstikvana sînemayê Leva Rupeikaite, Koordînatorê Navenda Agahdariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Nezir Guneş, serdana Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak kirin.
Hevşaredar Bucak, piştî pêşwazîkirina li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, bi Degutis û heyeta pê re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de li ser Roja Fîlmên Ewropayê ya ku di navbera 22-26’ê Gulanê de li Amedê hat lidarxistin û çalakiyên çand û hunerî nêrîn hatin guhertin.
Di vê serdanê de Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş jî bi Hevşaredar Bucak re bû.
Â