Li Jivana Keda Jinan coşa konserê

Di çarçoveya "Jivana Ked û Çand û Hunerê ya Jinên Amedê" ya ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve tê organîzekirin de, Koma Mûzîka Jinên KASEDjin û Dengbêj Hediye Kalkan konser dan.

"Jivana Ked û Çand û Hunerê ya Jinên Amedê" ya ku bi rêberiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê tê organîzekirin, bi konserê ya ku Koma Mûzîka Jinên KASEDjin û Dengbêj Hediye Kalkan li ser şanoyê derketin berdewam kir.

Koma Mûzîka Jinên KASEDjin û Dengbêj Hediye Kalkan stran û kilamên xwe yên delal ji mûzîkhezan re gotin. Welatiyan ku bi stranên hunermendên re gotin, govend gerand û rojeke xweş derbas kirin.

Di jivanê de programa roja dawî

Jivana Ked û Çand û Hunerê ya Jinên Amedê, sibê bi Atolyeya Gulên Hişkirî di Çarçoveya Epoksî de (14.00-16.00); Atolyeya Mûmikan (16.00-18.00) û bi gerandina Koma Govendê ya KASEDjinê û konsera Hunermend Xecê (19.00) bi dawî dibe.

 

Image Gallery