Jin di atolyeyan de bi kêf hîn bûn

Di çarçoveya "Civîna Jinên Amedê ya Ked, Çand û Hunerê" de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû organîzekirin, jinên ku beşdarî Atolyeyên Boyaxkirina T-shirt û Punchê bûn, bi kêf hîn bûn.

"Civîna Jinên Amedê ya Ked, Çand û Hunerê" ku bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin tê lidarxistin û ji aliyê Meclîsa Jinan a Konseya Bajêr, şaredariyên navçeyan û rêxistinên civakî ve piştgirî lê tê kirin, di roja xwe ya duyemîn de li Meydana Deriyê Çiyê bi çalakiyên curbecur didome.

Atolyeya Boyaxkirina T-shirt ji aliyê Kooperatîfa Jinan a Tohumê ve hat lidarxistin. Jinan di vê çalakiyê de ewilî sêwiranên amade li ser t-shirtên spî zeliqandin, paşê bi boyaxên qumaşê sêwiranên rengîn li ser t-shirtan çêkirin.

'Armanc, anîna jinan cem hev e'

Rêvebera Kooperatîfa Jinan a Tohumê Sevîm Guzelek diyar kir ku armanca wan di vê çalakiyê de anîna jinan cem hev e. Guzelek anî ziman ku wan ev çalakî ji bo ku jin bikaribin rengîniya, xweşikiya û jîndariya di hundirê xwe de ji nû ve bibînin, li dar xistine û wiha got: "Ew dikarin bibînin ku dikarin tiştekî hilberînin. Hilberîn, daxwaza hilberînê ya di hundirê jinê de derdixe holê. Ji ber vê yekê ew xwe ewletir, dikarin tiştan bikin û gelek tiştan bi dest bixin. Bi hilberandina tiştekî biçûk, wê pêş dixin û dikarin bigihîjin xalên cuda. Hemû jinên vir, li malên xwe bi dirûtina tiştên biçûk dest pê kirin, lê wek hûn dibînin, li ser stantan tiştên gelek cuda hilberînin. Her jinek bi rastî jî dikare bi destpêkirina biçûk, tiştên mezin bi dest bixe."

Atolyeya Punchê

Di Atolyeya Punchê de ku bi pêşengiya Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Kayapinarê hat lidarxistin, jinan li ser qumaşan sêwiran xêz kirin û bi benan motîfên rengîn çêkirin.

'Her dem li benda derdorên wisa ne'

Nurcan Polat, yek ji jinên ku beşdarî atolyeyê bûbû, anî ziman ku ji ber çalakiya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye organîzekirin û ji ber ku li jinan fikirîne, kêfxweş in. Polat got: "Em her dem li benda derdorên wisa ne, karê jin bi jin gelek xweş e. Me li ser pêşangehê firotin dikir, me firotin dev guhê hevala xwe kir, em jî dixwestin hinekî kêf bikin."

'Roja me gelek xweş derbas bû'

Xwendekara zanîngehê Rojda Akcan jî diyar kir ku wan ev çalakî ji medyaya civakî fêr bûne. Akcan wiha got: "Ez xwendekara Zanîngeha Dîcleyê me, mixabin li bajarê me gelek çalakî nedibûn; lê bi hevalên xwe yên zanîngehê re em hatin çalakiya Punchê ya ku şaredariya me li dar xistibû û roja me gelek xweş derbas bû. Min berê ev çalakî nedizanî, em hin tiştên din jî fêr bûn."

 

Image Gallery