Hevşaredaran xebatên asfaltkirina Cadeya Emekê venêrt

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, xebatên asfaltkirinê yên li Cadeya Emekê ya navçeya Rezanê li cihê xwe kontrol kirin.

Xebatên asfaltkirinê yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesazî û Lênêrîna Rêyan ve li Cadeya Emekê ya navçeya Rezanê hatibûn destpêkirin, didomin. Tîm wê li Cadeya Emekê ya ku 2 hezar û 40 metre dirêj û 16 metre fireh e, 65 hezar ton asfalta germ raxin û xebatê biqedînin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, xebatên asfaltkirinê yên li Cadeya Emekê li cihê xwe kontrol kirin. Hevserokan beşa asfaltkirî ya cadeyê geriyan û ji berpirsyarên yekîneyên peywendîdar ên Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesazî û Lênêrîna Rêyan der barê xebatên birêveçûyî de agahî girtin. Hevserokan xwest ku ji bo cade zûtir ji trafîkê re vebe, xebat bên lezkirin û bi personelên ku asfaltê dirêsin re sohbet kirin û di xebatên wan de serkeftin xwestin.

Daxwazên Welatiyan Hatin Girtin

Hevserokan di dema kontrolê de bi esnaf û welatiyan re sohbet kirin û daxwaz û pêşniyarên wan girtin. Esnaf û welatiyan kêfxweşiya xwe ji nûkirin û asfaltkirina Cadeya Emekê anîn ziman û ji ber xebatan spasiya Hevserokan kirin.

Di dema kontrolê de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, serokên daîreyan û endamên meclîsê jî Hevserokan re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30