49 otobusên nû ketin ber xizmeta gel

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 49 otobusên nû li fîloya xwe zêde kir. Di merasîma danasîna wesayîtan de, Hevşaredaran diyar kirin ku ew ê ji bo veguhastineke ewledar û rehettir xizmeta gel bidomînin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku rehetiya di veguhastina giştî de zêde bike û pirsgirêka veguhastinê çareser bike, 49 otobusên nû xistin nav fîloya xwe. Ji bo danasîna wesayîtên nû, li Stasyona Dagirtina Xaza Xwezayî ya navçeya Kayapinarê merasîma destpêkirinê hat lidarxistin. Di merasîmê de Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Hevserokên Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, Hevserokên Şaredariya Yenîşehrê Safiye Akdag û Mehmet Ergun, Hevserokên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Abbas Şahin digel serokên daîreyan, endamên meclîsê û gelek kes beşdar bûn.

12 şofêrên jin wê kar bikin

Hevserokan wesayît li cihê xwe kontrol kirin û agahî girtin. Herwiha bi 12 şofêrên otobusê yên jin ên ku dê di serdema nû de bixebitin re jî hatin cem hev. Hevserokan ji şofêrên otobusê yên jin re di karê wan de serkeftin xwestin.

Hevşaredar Bucak: "Bila ji bo bajarê me bi xêr be"

Di merasîma vekirinê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak axivî û diyar kir ku pêvajoyeke dirêj û zehmet derbas bûye: "Divê mirov bi rexnedayîna xwe dest pê bike. Dikarîbû otobus zûtir bihata girtin, me ji bo vê yekê hewl da, lê derdê veguhastinê her ku diçe mezin dibe. Daxwaza me ji hemû xebatkarên veguhastinê heye; hevalên me yên ku li bajêr wek şofêr li ser dîreksiyonê dixebitin, em ji xwe re bikin armanc ku xizmeta veguhastina giştî bi awayekî ewledartir, bê rîsk û li ser bingeha ragihandineke rast bi gelê me re pêşkêş bikin."

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Bucak, spasiya her kesê ku ked daye û ev pêvajo meşandiye kir û wiha lê zêde kir: "Bila ji bo bajarê me bi xêr be, bila veguhastineke bê qeza û tendurist be."

Hevşaredar Hatun: "Ger em xizmeteke baş bidine gelê xwe, em ê serkeftî bin"

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun jî bal kişand ser vê yekê ku pirsgirêka veguhastinê bi awayekî girîng bandorê li bajêr dike û wiha got: "Ji bo bajarê me pirsgirêkeke pir girîng hebû, em hêvî dikin ku bi van otobusên ku me kirî re xizmeteke baştir ji gel re bê dayîn. Em dikarin ji vir sozeke din jî bidin. Çiqas ku gelê me bi qîmet be, divê em jî ji bo gelê xwe xizmeteke bi qîmet bikin."

Hevşaredar Hatun ji şofêrên otobusan jî xwest ku di dema meşandina xizmetê de baldar bin û got: "Divê em xizmeteke pîroz ji gelê xwe re bikin. Em rêzê li gelê xwe digirin, em ji we jî rica dikin ku hûn rêzê li gel bigirin. Çiqas ku em xizmeteke baş bidine gelê xwe, ew qas em ê serkeftî bin."

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Abbas Şahin jî diyar kir ku ev gaveke girîng e ji bo bicihanîna paradîgmaya demokratîk û azadiya jinê.

Piştî axaftinan, Hevserokan û yên pê re qurdele birîn û xwestin ku wesayîtên nû bi xêr û xweşî bin.

Hevserok paşê siwarî du otobusên cuda bûn û bi wesayîtên nû gerînek di bajêr de kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30